Berî salên 1990î bû, li Stenbolê, li Akserayê komeleyeke mamosteyan bi navê Eğit-Derê hatibû avakirin. Ez jî bûbûm endamê wê. Lê min kesî nas nedikir. Rojekê yekî ji min re got: ‘Burada kürt arkadaşlar da var.’, li vir hevalên kurd jî hene. Min pirsî û ez li wan geriyam û rastî Letîf Epozdemir hatim. Wî qal kir ku di nav komeleyê de platformeke mamosteyên kurd jî heye. Dûre wî camêrekî da nîşanê min got ku ev Abdurrahman Onen e û berpirsê Platforma Mamosteyên Kurd e. Bi vî awayî min û Kek Abdurrahman, me hev nasî.
Ew di birêkxistina komeleyê de çalak bûye û ew bi hin mamosteyên kurd re grûbeke kurd wek platform ava kiribûn. Min jî wê demê di nav wê platformê de cî girt. Bi vî awayî hevaltiya me dest pê kir. Bi derbasbûna deme re û di pratîkê de min ji wî pir hez kir. Loma semîmî û çalak bû, dixwest karekî kêrhatî bike. Hişmendiya wî ya kurdîtiyê bilind bû û kesaniyeke wî ya xurt hebû û di nav komeleyê de jî yekî hezkirî bû û herkesî jê re hurmet digirt. Jixwe dûre komele bi navê Eğit-Senê bû sendîqa. Ew jî yek ji damezrenêran bû û di heyeta weşan û çapemeniya sendîqayê de endam bû di kovara wê de nivîs li ser perwerdeya zarokên kurdan dinivîsiya.
Li milekî din û ya esasî jî platforma mamosteyên kurd bi hin kesan re organize dikir û bi rê ve dibir. Hin ji wan hevalan: Latif Epozdemir, Ismail Goldaş, Fesîh Çelik, Suleyman Danişman, Kasım Ergün, Veysi Tetik û aniha hin nav jî nayên bîra min.
Ev projeya platformê hinek pêşde çû û bû wek Yekitiya Mamosteyên Kurd. Bê guman di sergovendê de Abdurrahman Onen hebû. Û ez jî sala dawî ketim heyeta rêveberiyê. Êdî 60-70 endam hebûn û em bûbûn hêzekê û destûrnameyeke me jî bi nivîskî hebû ku ji qelema Kek Evrehman derketibû. Xalên ku tên bîra min: (Belkî orjînala wê metnê li cem Kek Evrehman hebe.)
● Bila hemû mamosteyên kurd di rêxistineke kurd de bicivin.
● Zimanê me kurdî ye. Em zimanê xwe hîn bibin û bidin hînkirin.
● Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
● Em li dij asîmîlasyinê rawestin.
● Em li dij sîstema perwerdeya tirk helwêst bigirin.
● Em ji hemû siyasetên kurd re di heman mesafeye de ne. Em tenê neteweyî ne.
Me biryarek da ku em li dor kovarekê û bi serê xwe tev bigerin. Û me amadeyî kir ku em kovarê derxin, me ciyekî wek bîrû jî kirê kir. Bi qasî ku tê bîra min ev nav di heyeta kovarê de hebûn. Latif Epozdemir, Ismail Goldaş, Fesîh Çelik, Suleyman Danişman, Kasim Ergun, Abdurrahman Onen, Kurtuluş Parlak, Halil Aksoy, Adnan Aras, Şemsettin Işıklı û hwd. (11 kes)
Hemû grûbên kurd destek dan vê projeyê. Medya Güneşi, Rizgarî (Ali beyköylü), Azadî (Özgürlük Yolu), Hevdem û ….
Wê demê em fikirîn ku bila ji milê din de jî destek hebe. Em bi berpirsê Rojnameya Ülkeyê (Ramazan Ülek), berpirsê MELSAyê (Hasan Bildirici), berpirsê kovara Özgür Gelecekê (Ali Riza) re hevdîtin pêk anî. Jixwe di nav rêveberiya sendîqayê de Mustafa Avcî hebû.
Proje mezin bû û neteweyî bû. Hemû kar baş û di rê de diçûn. Me got em desteka Enstituya Kurdî ya Stenbolê jî bigirin. Rojekê civîna rêveberiya Enstituyê hebû û me randewû ji wan xwest, ez, Abdurrahman Onen û Îsmaîl Goldaş em bi hev re çûne civîna wan. Kek Abdurrahman projeya me bi zimanekî xweşik ji wan re şîrove kir, agahî da û destek xwest.
Ji heyeta Enstituyê kesî denge xwe nekir tenê Apê Musa Anter axivî û got: Baş e, proje rind e lê divê ku filankes û filankes di wê kovarê de nivîs nenivîsin. Em hene û bes e. Hewceyî bi tu kesî tune ye. (Navên hin kesan digot). Abdurrahman dîsa bi zimanekî xweşik got ku ne rast e em hin navan blokaj bikin. Mijara ziman û perwerdeyê me eleqedar dike. Çi nivîsên hêja hebin û rêveberiya kovarê maqûl bibine em ê cih bidinê. Apê Musa hêrs bû û got na.
Roja din helwêstgirtina Apê Musa bû mesaj û belav bû. Êdî ji me re gotin tenê em hene. Û di nav platformê de Fesîh Çelîk û Sûleyman Danişman ( Hasan ….) li dij projeya me derketin û gotin ev nabe, divê ku di bin însiyatfa me de be. Êdî me nekarî em hev îqna bikin. Em îqnakirinê dainin alîkî nêrîn û tewreke hegemonîk hebû. Digotin bila ji derveyî me pelên daran jî nehejin. Û me xwe da alî.
Li ser vê bingehê û li ser navê ‘Mamosteyên Welatparêz’ komeleyekê avakirin û kovarekê derxistin. Dûre jî hemû kar û xebat pûç û bêwate kirin.
Wê demê em hemû pir xemgîn bûbûn û projeyeke neteweyî, hêja û pêwist di avê de çûbû.
Lê xemgîniya Abdurrahman Onen zêdetir bû. Loma emeka wî ya jidil û bêpîvan berhewa çû.
Dûre ez û Kek Evrehman em fikirîn me got em hene û em ji xwe de dest pê bikin û em li ser zimanê xwe bixebitin û baş hîn bibin. Mamoste Fevzi Özmen got ez jî heme û ez tevlî xebata we bibim. Wê demê Salih Turan serokê şaxa Eminonuyê ya HEPê bû, wî jî got werin li cihê partiyê li odeyekê xebata xwe bidomînin û ku firset çêbû ez jî tevlî we bibim.
Em li wir bi qasî çend mehan li ser zaravayê kurmancî xebitîn û me hewl da ku baş fêr bibin. Û ev xebata me hîn jî didome.
Piştî têkçûna vê projeyê ez û Kek Evrehman em li ser sê-çar projeyên din jî xebitîn. Ez ê wan jî binivîsim.
Kek Evrehman bi çalakiya xwe, bi îstiqrar û semimiyeta xwe û bi rûhê xwe yê kurdewarî tim ji bo min nimûne ye. Enerjiyeke wî ya bêpîvan heye.
Îcar xebata Kek Evrehman li ser erdnigariya Kurdistanê xizmeteke bêpîvan e. Pirtûka wî ya li ser Wanê jî derket. Ez ê li ser vê xebata wî jî binivîsim.
Aniha ew enerjiya xwe li dij nexweşiyeke ne di hesabê de xerc dike.
Ez li hêvî me ku rojeke zûtirîn ew şifa bibîne û wê nexweşiyê têk bibe.
Tu di dilê min de, di rûhê min de motîfekî herî qîmetdar î.
Baş bûye min tu nas kiriye, baş bûye min ji enerjî û hişmendiya te ya bêhempa îstifade kiriye.
Tu her bijî Kek Evrehman![1]