31 xwendekarên Peymanên Şehîd #Viyan Amara# ya Zanistên Perwerdehiyê yên li kantona Şehbayê, piştî xwendina du salan, der çûn. Ev derçûn beşa duyemîn e.
Bi sedana xwendekarên Peymangehên Şehîd Viyan Amara yên Zanistên Perwerdehiyê, endamên deste û saziyên sivîl ên herêma #Efrîn#ê li qada Peymangehên Şehîd Viyan Amara ya li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bûn, da ku beşdarî şahiya derçûna 31 xwendekarên peymagehan bibin.
Di şahiyê de cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerdê ya herêma Efrînê Nûjîn Mihemed axivî û xwendekarên derçûne pîroz kir û serkeftinên wan diyarî rêber Abdullah #Ocalan# û gelê berxwedêr ê li Şehbayê kir.
Nûjînê wiha got: Qonaxa ku em tê re derbas dibin, li gel planên dagirkirinê yên bi armanc îmhakirina me, pir dijwar e. Lê me bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em di têkbirina wan planan de dewam in.
Nûjînê wiha domand: Gelek alî hewl didin projeya me ya perwerdê ku xwe dispêre biratiya gelan têk bibin. Lê mixabin hin welatî dikevin xefka wan planan, ji ewl re divê şênî hişyar bin.
Nûjîn Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: Dê berxwedan li dawiyê bi saya kedên ji hêla kadroyên perwerdê, xwendekar û şêniyên herêma Efrînê ve tên dayîn, bi ser bikeve.
Li aliyekî din jî endama rêveber a Peymangehên Şehîd Viyan Amara Medya Birîmo li ser zehmetiyên rewşa perwerdê li kantonê li gel dorpêşa ji hêla hikumeta Şamê ve axivî û wiha got: Ruxmî astengiyan, lê şênî bi fêrbûna zimanê dayikê ve girêdayî ne.
Dûre rêveberiya peymangehan ji nav xwendekarên derçûyî 5 xwendekarên asta yekemîn bi dest xistine, xelat kirin; Rohat Hesen, ji beşa Mamosteya Refê, Bêrîvan Bobelîs ji beşa Bîrkarî, Xandî Elo, ji beşa Fîzîk û Kîmya, Îman Xelîl ji beşa Zanistên Biyolojiyê, Henîf Xoce ji beşa Wêjeya Kurdî.
Di Peymangehên Şehîd Viyan Amara de, beşên Ziman û Wêjeya Kurdî, Bîrkarî, Fîzîk û Kîmya, Zanistên Biyolojiyê-Mamosteya Ref hene.
Şahî bi girtina dîlalan bi dawî bû.
Peymangehên Şehîd Viyan Amara dewreya xwe ya yekemîn li kantona Şehbayê di 2019′an de vekir û beşa yekemîn a xwendekarên derçûyî bi hejmara 43 xwendekaran par bû.[1]