Beşdarên xwepêşandana girseyî ya li Qamişloyê banga xwedîderketina li gerîla bidawîkirina sûcên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin û got: Yên ku azadiyê dixwazin divê dengê xwe bilind bikin.
Xwepêşandana girseyî ya bi sedhezaran pêkhateyên herma Cizîrê ya Qamişloyê ya bi diruşma Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin bi dawî bû.
Li qada Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê Hec Beşîr Tahir, apê gerîla Rûksen Zagros e ya ku di #êrişa kîmyewî de# li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, axivî û bixêrhatina beşdaran kir û ev xwepêşandana girseyî ya şêniyên herêma Cizîrê bi serhildana gel li dijî êrişên kîmyewî bi nav kir.
Tahir îşaret bi dîroka dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand: Em dîroka dewleta Tirk ji bîr nakin ku çekên kîmyewî ji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne, lê belê bi hêz û vîna gerîla em ê li hember van êriş û siysetan bisekinin û bi saya wan em ji serkeftinê nêz bûne.
Tahir wiha pê de çû: Kurdan di oxira azadiya hemû gelan a li ser bingeha felsefeya rêber Abdullah #Ocalan# de bi hezaran şehîd dan, ji lew re divê em heta dawiyê têkoşîna xwe li ser vê xetê dewam bikin.
′GERÎLA MIROVAHÎ JI QIRKIRINAN PARAST′
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid jî axivî û wiha got: Em têkoşîna şehîdan, malbatên welatparêz, birîndarên şer û berxwedana azad a gelên herêmê pîroz dikin.
Her wiha bal kişand ser biratiya gelan û got: Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku li vîna gelan, ne li vîna desthilatan binêrin.
Hemdan El Ebid berxwedana gerîla silav kir û got: Gerîla zarokên gelê azad in ku Kobanê, Şengal û tevahî mirovahiyê ji terorê parastin.
El Ebid destnîşan kir ku dema dagirkerî hebe, divê berxwedan hebe, dema destpotî hebe divê şoreş hebe û ev tişt got: Em aştîxwaz in û Erdoganê Osmanî jî hewl dide gelê herêmê yê ji bo axa xwe şer kir û bi hezaran şehîd di oxira bidestxistina azadiyê de da, derbe bike.
El Ebid wiha dawî li gotina xwe anî: Divê em desteka gerîla dewam bikin, divê rêxistina mafên mirovan, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, NY′yê û Koalîsyona Navneteweyî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî hêzên gerîla bi dawî bikin. Divê her azadîxwazek li cîhanê bi me re bisekine. Me parastina cîhanê kir û yên aştiyê dixwaze divê dengê xwe bilind bikin.
DI ŞEXSÊ GERÎLA DE GELAN QIR DIKIN
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Suryan a Qamişloyê Nûra Hena jî hemû şehîd bi bîr anîn û got: Em hêzên xwe silav dikin, yên ku gel û axa me diparêzin. Em îro li vir in da ku li dijî rejîma Tirk a faşîst û sûcên wê li dijî gelan û bi taybetî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd, dengê xwe bigihînin cîhana azad. Em bang li cîhanê dikin ku zextê li dewleta Tirk bike û van siyasetan wê bide rawestandin.
Nûra bal kişand ser êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên #Kurdistan#ê pêk tîne û got: Divê tevahî cîhan zanibe ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka darbeya 12`ê Îlonê û heta roja îro bi hemû rêbazan hewl dide êrişên li djiî gelên herêmê û saziyên wê yên demokratîk, ronakbîr û welatparêzan pêk bîne.
Nûra Hena diyar kir ku dewleta Tirk bûye cihekî sînordarkirina azadiyan û wiha pê de çû: Ew îro çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîla pêk tine. Ew hîna jî siyasetên qirkirinê û komkujiyên li djiî gelan dewam dike. Li aliyekî din jî hemû teknolojiya nûjen ji bo têkbirina aramî û îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi kar tîne.
Nûra Hena bang li NY, YE`yê û hemû saziyên navneteweyî kir ku siyasetên dermirovî yên dewleta Tirk rawestînin û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nekin.
Piştî axaftinan, koma Awazên Çiya li ser têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê stranên şoreşgerî gotin.
Di dawiya xwepêşandanê de tekezî bi vê yekê hat kirin ku dewleta Tirk dê di êrişa qirkirinê ya li djiî gelê Kurd de bi bin bikeve û divê li ser sûc û binpêkirinên wê hesab jê pirsîn.[1]