Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî (Hezret) alim û miderisekî heyama dawî ya Osmanî ye. Zîyaeddîn 1856an de li navçeya Hîzana #Bedlîs#ê hatiye dunyayê û bi leqeba “Hezret” hatiye naskirin. Zîyaeddîn herî pêşî li ba bavê xwe Şêx Ebdurrehmanê Taxî (w. 1886) perwerde bûye, paşê li ba hin alimên meşhûr ên mîna Şêx Fethullahê Werqanisî (w. 1899) perwerdeya xwe berdewam kiriye û xilafet jî ji wî wergirtiye. Di sala 1889an de Şêx Fethullah ew bî îrşadê wezîfedar kiriye. Hezret li Bedlîs û derdora wê dest bi îrşadê kiriye û paşê postnişînîya tekyaya Norşînê jî kiriye. Di silsileya terîqeta Neqşebendîya Xalidîtîyê de cihekî girîng digire û îcazeya ilm û terîqetê daye gelek kesan. Şêx Mihemed Zîyaeddînê Norşînî di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî bi yekîneyên dildar re li dijî Rûsan şer kiriye û milekî wî jê bûye û bûye xazî. Herweha birayên wî Mihemmed Saîd û Mihemed Eşref jî di şer de şehîd bûne. Şêx Mihemed Zîyaeddîn di 1924an de wefat kiriye û gora wî li Norşînê ye. Li gorî agahîyên li ber destê me berhema ku ji nameyên wî pêk tên bi navê Mektûbatê hatiye weşandin. Heta niha ev helbest di lîteratûrê de cî negirtibû û hay ji hebûna helbestnûsîya Hezret tunebû. Di vê xebatê de em ê li ser helbesteke wî ku heta niha nehatiye weşandin bisekinin.[1]