Hevserokê berê yê HDP’ê #Selahattin Demîrtaş# 12’yê mehê ji girtîgeha Edîrneyê ji bo dê û bavê wî birin #Amed#ê û paşê dîsa vegerandin.
Diya Demîrtaş Sadiye Demîrtaş û bavê wî Tahir Demirtaş ji ber nexweşiyê rakirin Nexweşxaneya ıGazi Yaşargil Egitim ve Araştirmayê. Piştî hewldanên pêşî Sadiye Demîrtaş ji beşa nexweşên giran derxistin û paşê şandin mal lê bavê wî li beşa nexweşên giran e.
Li ser nexweşiya herduyan Selahattin Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê birin Amedê. Demîrtaş piştî dîtina dê û bavê xwe carek din ji bo Girtîgeha Edîrneyê vegerandin.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 990 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!