Şêniyên #Qamişlo#yê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi #çekên kîmyewî# dixwaze “qehremanên ku fikr û felsefeya rêber Ocalan diparêzin” tune bike û got Gelekî ku li ser îdeolojiya rêber Ocalan mezin bûye, tune nabe.
Dewleta Tirk a dagirker ku li ber têkçûnê ye, tola xwe ji gelê Kurd û şervanên azadiyê hiltîne. Li dijî gerîlayên HPG/YJA Starê çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar tîne.
Endamê meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Qamişloyê Ebdulhelîm Eko têkildarî mijarê wiha axivî: Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd kiryarên dermirovî dike, dixwaze Kurdan tune bike û wan bê nasname bihêle.
Ebdulhelîm Eko destnîşan kir ku di salên dawîn de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayên azad girantir bûne û gihîştiye asta ku çekên kîmyewî bi kar bîne û wiha pê de çû: Dewleta Tirk dixwaze fikrên rêber Abdullah Ocalan û qehremanên ku parastina vî fikrî dikin ji holê rake. Ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibe teroreke bi navê DAIŞ’ê ava kir û bi ser gelê Kurd de berda. Di heman demê de hemû dewletan destek da DAIŞ’ê ji bo ku şoreşê tune bikin. Heta roja îro bi planên xwe yên qirêjî dixwazin li ser hesabê gelê Kurd çandeke radîkal ya îslamî ava bikin.
Ebdulhelîm diyar kir ku ji bo bigihêjin nasnameya azad û civaka demokratîk, dê her tim li ser lingan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Şoreşa me bi pêşengiya jin û ciwanan xwe bi rêxistin kiriye. Ev şoreş dê bi ser bikeve. Wek gelê Kurd eger em li axa xwe xwedî derkevin, em ê bi ser bikevin.
Hevserokê meclisa PYD`ê yê taxa Kornîş Kamîran Mûrad jî wiha axivî: Ev 40 sal e gerîlayên azadiyê tê dikoşin. Dewleta Tirk teknîka giran bi kar anî û bi ser neket. Di dema êrişên DAIŞ’ê de gerîla hemû pêkhateyên Rojava ji hovîtiya DAIŞ’ê xilas kirin. Dewleta Tirk dît ku bi bin ketiye, çekên kîmyewî bi kar anî.
Kamîran Murad bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya gerîla bikin û got: Şervanên me, gelê Kurd ji bindestiyê xilas kir. Divê îro xwedî li şervanên azadiyê derkevin û dangê xwe bilind bikin. Em ê bi hêza şervanên xwe tê bikoşin.”
Dayika şehîd Kados, Gulistan Elî jî helwesta hêzên navneteweyî yên ku li hember êrişên kîmyewî şermezar kir û got: Tu girêdana hêzên navneteweyî bi mafê mirovan re nîn e. Zarokên Kurdan bi çekên kîmyewî hatin şewitandin, lê her kes çavê xwe lê digire.
Gulistan got ku wekî dayikên şehîdan ew heta dawiyê piştgiriyê didin şervanên azadiyê û got: Bila dewleta Tirk bizane ku gelê bi îdeolojiya rêber Ocalan mezin bûye, tune nabe.[1]
ANHA