Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,829
Wêne 104,280
Pirtûk PDF 18,889
Faylên peywendîdar 94,732
Video 1,232
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
KCK: Armanca êrişa li Stenbolê dagirkirina Rojava ye
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KCK: Armanca êrişa li Stenbolê dagirkirina Rojava ye

KCK: Armanca êrişa li Stenbolê dagirkirina Rojava ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a #KCK#'ê diyar kir ku rejîma AKP-MHP'ê li pey planên nû yên tarî ye û diyar kir ku armanca êrişa li Stenbolê êriş û dagirkirina #Rojava# ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê teqîna li Taksîmê ya Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
Di teqîna ku di 13’ê Mijdara 2022’an de li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê pêk hat de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em gelekî xemgîn in ku di vê êrişê de mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em xemgîniya we diyar dikin û li ser navê tevgera xwe û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em ji gelê Tirkiyeyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em vê êrişa ku bi awayekî tarî hatiye organîzekirin û bi awayekî eşkere siberoja demokratîk a gelên Tirkiyeyê dike hedef, bi tundî şermezar û nalet dikin. Her çendî Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi eşkereyî ragihand ku ti têkiliya wan bi vê êrişê re nîne û got ne mumkun e em li dijî sivîlan çalakiyan bikin jî, dewleta faşîst a AKP-MHP’ê û derdorên wê bi israr hewl didin vê êrişê têxin stûyê tevgera me. Em careke din diyar dikin ku ti eleqeya Tevgera #Azadiya Kurd# bi vê êrişê re nîne. Dewleta faşîst a AKP û MHP’ê bi israr dixwaze vê êrişê têxe stûyê tevgera me û dixwaze ji bo pêkanîna planên xwe yên tarî û veşartina rastiyê, ji xwe re zemînekê ava bikin. Di serî de raya giştî ya demokratîk, em bang li çapemenî û medyayê em bang li her kesî dikin ku ji bo eşkerekirina vê êrişê bikevin nava hewldanan. Daxuyanî û buxtanên dewleta faşîst a AKP-MHP'ê ku tevgera me sûcdar dike, ne rast in û hewl didin rastiya bûyerê veşêrin. Bi dîtin û nirxandineke pir hêsan re mirov dikare bibîne ku AKP û MHP’ê ev tişt kirine. Di vî warî de em bang li rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê, çapemenî û medyaya demokratîk, hêzên siyasî yên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe dikin ku bila qîmetê nedin daxuyaniyên dewleta AKP û MHP’ê ya faşîst ku dixwaze rastiyan veşêre. Ji bo ku rastiya vê bûyerê derkeve holê jî em hewldanan jî girîng dibînin.
$‘TIFAQA AKP Û MHP’Ê JI BO JI KRÎZ DERKEVE SERÎ LI METODÊN TARÎ DIDE’$
Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li ser esasê dijminatiya Kurdan polîtîkaya xwe dimeşîne. Sond xwariye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê yê bindest, li ser wê mêtingerî tê kirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze qirkirina Kurdan pêk bîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hemû dewlemendiya Tirkiyeyê û hemû nirxên civakê ji bo tinekirina Kurdan xerc dike. Heta îro tu metod nemaye ku bi kar neaniye, her cure metodên li dijî mirovayetiyê kiriye, dagirkerî û qetlîam kiriye. Lê belê tifaqa AKP-MHP'ê ku di dijminatiya Kurdan de ti sînoran nas nake, tevî van rêbazên şerê qirêj û gemar nekarî bigihêje armanca xwe û serî li çekên qirkirinê daye, sûcekî li dijî mirovayetiyê kiriye û civaka Tirkiyeyê xistiye bin tohmetê. Lê belê tevî hemû pêkanînên dijmirovahî û bikaranîna çekên kîmyewî jî, tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê nekarî armancên xwe yên tarî pêk bîne. Berevajî vê yekê, ji ber eşkerebûna ku wan çekên kîmyayî bi kar anîne, rûyê wan ê rast zêdetir derketiye holê û ev rewş bûye sedema tengijîn û têkçûna planên wan. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê çi rêbazê bi kar bîne jî li hemberî berxwedana gerîla û têkoşîna gelan, jinan û hêzên demokrasiyê bi taybet nikare li hemberî gelê Kurd bi ser bikeve. Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi tinekirina Tevgera Azadiya Kurd û Kurdan re, bi armanca tinekirina demokrasiyê re dixwaze li Tirkiyeyê pergaleke olî, nijadperest, otorîter û faşîst ava bike. Lê di encama berxwedan û têkoşîna ku hat dayîn de, AKP-MHP'ê jî dît û fêm kir ku nikare vê armancê pêk bîne. Niha jî dizane ku piştgiriya civakê ji destê wê derketiye û ger bi vî rengî bikeve hilbijartinan wê ji desthilatdariyê jî bikeve. Tifaqa AKP-MHP’ê nekariye planên xwe yên faşîst û qirker pêk bîne, di heman demê de ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê teşhîr bûye, tengijiye û ketiye rewşeke bêçare.
Lê divê were dîtin ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo guhertina vê rewşê û ji krîza ku tê de derkeve, plan kiriye ku serî li metodên nû yên tarî bide û êrişa li Taksîma Stenbolê jî gava pêşîn a vî tiştî bû. Em careke din diyar dikin ku ev planeke nû û tarî ye û em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û guh nedin daxuyaniyên dewleta AKP-MHP’ê û ji bo eşkerekirina rastiyan têbikoşin. Tifaqa AKP-MHP'ê, mîna ku di Komkujiya Gara 10'ê Cotmehê de pêk anî, bi vê êrişê re jî dixwaze derdor û pêvajoyeke bi heman rengî biafirîne. Divê were dîtin ku ev planeke tarî û nemerd e ku li dijî siberoja Tirkiyeyê û li dijî hewldana jiyana hevpar ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Hemû kesên alîgirên demokrasî û jiyana bi hev re ne, divê helwesteke rast nîşan bide û çawa ku berê jî planên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê hate pûçkirin, divê vê plana tarî jî were pûçkirin.
$‘JI BO ROJAVA BIKIN HEDEF Û DAGIR BIKE, HEWL DIDIN BINGEHEKÊ AVA BIKIN’$
Dewleta AKP-MHP'ê ya faşîst bi zanebûn hewl dide berpirsyariya vê êrişê bixe stuyê tevgera me û nîşan bide ku ji Rojava hatiye kirin. Her kes baş zane ku yek ji aliyên herî girîng ên qirkeriya tifaqa AKP-MHP a faşîst a li ser Kurdan, dagirkirina Rojava ye. Eşkere û li pêş çavan e ku AKP-MHP bi vê amadekariyê dixwaze Rojava bike hedef û ji bo karibe Rojava dagir bike bingehekê ava bike. Dema pêkhatina vê êrişê jî manîdar e. Di demekê de ku eşkere bû AKP-MHP çekên kîmyewî bi kar tîne û cenazeyên leşkeran dişewitîne, civaka Tirkiyeyê di nava pirsgirêkên giran ên aboriyê de ye, şerê li dijî Kurdan, sîstema olperest, çeteperest û mafyayê ketiye ber lêpirsînê û dengên ji bo daxwazên demokrasiyê bilind dibe, di demekê de ku piştgiriya civakê ya ji bo AKP-MHP'ê namîne ev êriş pêk hat. Pir eşkere ye ku ev yek ji bo berevajîkirina rojevê ye, ji bo jinûve birêxistinkirina pêvajoyeke tarî ye. Kengî dixwazin pêvajoyeke tarî bidin destpêkirin, hingî komkujî têne birêxistinkirin û Kurd têne sûcdarkirin. Ev êrişa li Taksîmê jî bi vê armancê hatiye kirin. Di vê mijarê de divê mirov hişyar bin. Bi zanebûn hewl didin ku êrişkar weke yeka ji Rojava yan jî Sûriyeyî nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin atmosferekê biafirînin. Êriş bi destê kê hatibe kirin, kesên ku tê gotin êriş kirine Kurd bin an jî ne Kurd bin, ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne, ti eleqeya xwe bi hêzên şoreşê yên Rojava re nîne. Ji xwe hêzên Rojava jî eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, bi helwest, gotin û nêzîkatiyên xwe nebin amûrek ji vê plana bi armancên tarî ya AKP-MHP'ê re. Bi ti awayî têkiliya tevgera me bi çalakiyên li dijî sivîlan re nabe. Tevgera me ti carî çalakiyên bi vî rengî plan nake, pêk nîne. Em tevgereke welê ne ku li dijî êrişên qirker ên tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst li ber xwe didin, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û ji bo vê jî têdikoşin. Her kesên li Tirkiyeyê bi vê rastiyê zanin. Tevî ku rastî ev e û ji aliyê her kesî ve tê zanîn, her nêzîkatiyeke ku ne bi vî rengî be wê bibe piştgirî ji tifaqa AKP-MHP'ê re, wê xizmetê ji planên tarî re bike.
Tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst di encama têkoşîn û berxwedana Kurdan, gelan, jinan û hemû hêzên demokrasiyê hatiye ber hilweşînê. Êdî bi zehmetî planên xwe yên faşîst qirker dimeşîne û li ser piyan dimîne. Her wiha eşkere bû ku çekên kîmyewî bi kar tîne û vê rewşê ew hîn bêhtir teşhîr kiriye, tengav kiriye. Ev tifaqa faşîst sûcê li dijî mirovahiyê dike û bi planên tarî hewl dide paşeroja Tirkiyeyê tarî bike. Paşeroj, selametî û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi hilweşîna vê tifaqa faşîst ve girêdayî ye. Tifaqa AKP-MHP'ê ji bo kiryarên xwe veşêre û nehêle kes pê bihese, cenazeyên leşkeran jî dişewitîne. Rastiya AKP-MHP'ê ev e. Her kesê ku dibêje ew ne faşîst e, li Tirkiyeyê difikre, ne dijminê Kurdan e, bi kurtasî mirov e û ne AKP-MHP'î ye, divê vê rastiyê bibîne, hewl bide ku vê rastiyê bi raya giştî bide fêhmkirin û li ber plana AKP-MHP'ê rabe ku di bin navê qanûna dezenformasyonê de hewl dide çapemeniyê bêdeng bike, rastiyan veşêre. Mirovbûn, demokratbûn, exlaqîbûn vê yekê ferz dike.
Em careke din vê êrişa ku gelê me, gelê Tirkiyeyê gelekî pê êşand şermezar dikin û ji ber windahiyan û birîndaran xemgîniya we parve dikin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe ya ji bo avakirina utopya azadî û demokrasiyê dubare dikin ku me ev soz dan gelê xwe û gelên Tirkiyeyê. Em ê ji bo vê jî di nava têkoşînê de bin. Em careke din bi rengekî eşkere dibêjin, ti eleqeya tevgera me bi vê êrişê re tune ye. Nêzîkatiyên ku hewl dide berpirsyariya vê êrişê bixin stuyê tevgera me, nîşan didin ku AKP-MHP di nava planên nû yên tarî de ye. Em careke din bang li her kesî dikin ku berpirsyar, hişyar bin û hewl bidin rastiyê fêhm bikin.[1]
Ev babet 716 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 15-11-2022
Gotarên Girêdayî: 1
Dîrok & bûyer
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 15-11-2022 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 97%
97%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-11-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 16-11-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-11-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 716 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.145 KB 15-11-2022 Aras HisoA.H.
Jiyaname
Mîran Janbar
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
Müslüm Aslan
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
Jiyaname
Zîlan Tîgrîs
Pirtûkxane
Ji şerê malazgirê û heta şe...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
AYNUR ARAS
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik ...
Jiyaname
Xecê Şen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38

Rast
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
29-06-2023
Evîn Teyfûr
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
26-02-2024
Burhan Sönmez
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
26-03-2024
Aras Hiso
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,829
Wêne 104,280
Pirtûk PDF 18,889
Faylên peywendîdar 94,732
Video 1,232

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!