Nav û paşnav: Diyar Hemî.
Navê tevgerî: Çavreş Hemî
Navê bav: Omer
Navê dayîkê: Werdê
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Kobanî 2003
Cih û dîrok şehadetê: 6.8.2021
Şehîd Diyar Hemî.
Şehîd Çav reş Hemî. Li Gindê Xizênê girêdayî bajarê Kobaniyê ji dayîk bûye. Navê wî yê rast''Diyar Hemî. Lê bi navê Çavreş Hemî hatiye nasîn; navê bavê xwe jî Omer e. Navê dayka wî jî Werdê ye.di sala 2003’an de hatiye ser rûyê cîhanê. Şehîd Diyar li dibistana xizênê xwendina xwe ya sertayî û navîn û emedehî xwendiye. Heya refa 12`an xwend. Her wiha wî dixwest ku di pêşeroja xwe de bibe Bijîşk, lê wî gelekî ji werzîşê jî hez dikir. Wî ji bo hez kirina xwe ya werzîşê li gel hevalên xwe li gelek deveran geriya weke Minbic, Sirîn, Qamişilo, Hesekê, Reqa û Kobaniyê geryaye. Piştire çû nava hêza ciwanên şoreşger dinava wende kete perwerdeya girtî ew perweride du mehan dirêj kir. Di nava hêza ciwan de tevî du hevalên xwe jiyana xwe ji destda, ango şehîd ket. Sedema şehadeta wî û her du hevalê wî, li çemê Firat de di nava ava Feratê de di keştiyekê dabû dema du hevalên wî yên keç ketine nava avê. Ji bo her du hevalên xwe rêzgar bike xwe li pey wan diavêje avê. Piştî wan rêgarz dikin piştire bahozeke mezin çêdibe, ew tevî du hevalê xwe ketne nava ava çemê Firatê û jiyana xwe ji destdan. Navê her du hevalê wî yek Şehîd Îlan Kobanî yê din Şehîd Ocelan bû. Di destê sibeyê de Xebera şehadeta Diyar ji malbata wî re hat. Di meha 6. 8 . 2021’ an de şehîd ket. Lê Bavê wî xwest ku terimê kurê xwe bibe li kêleka mala xwe, li ber tiriba Kalikê wî hate binaxkirin. Lê paşê hevalên wî gotin ku ev şehîd e û divê di goristana şehîd Dijlede were binaxkirin. Lewma bavê wî mecbûr dimîne û termê kurê xwe bi hevalên wî re li goristana şehîd Dijle bin ax dikin.[1]