Nasnav: Rêber Kobanê
Nav- paşnav: Amed Alî
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Dayik - Bav: Xanim - Nebû
Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha
2022 / Zap
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameyên 17 gerîlayên di êrîşa bi
çekên kîmyewîçekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kirin. Fermandariya NPG’ê diyar kir ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî êrîşên kîmyewî zêde bûne.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) der barê gerîlayên di êrîşa çekên kîmyewî de, ev daxuyanî da:
“Dewleta Tirk a mêtinger a bi pêşengiya AKP û MHP’ê ku hikumeke şerê taybet e, di êrîşên dagirker de yên li Başûrê Kurdistanê, qanûnên navneteweyî bin pê dike û sûcê şer dike. Li hemberî gelê me, hêzên ji bo azadiyê têdikoşin û li dijî mirovên sivîl teroreke dewletekê dimeşînin. Li hemberî
Gerîlayên Azadiya KurdistanêGerîlayên Azadiya Kurdistanê di Sibata 2021’an de ji êrîşa Garê/Siyanê dest pê kiriye û li qadên Zap, Metîna û Avaşînê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên gaza jehrî jê diçe yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi kar aniye û van çekên qedexe hê jî tê bikaranîn. Artêşa Tirk li herêma Siyanê ya Garê, li qada Zendûra ya Metînayê, li qada Mamreşo ya Avaşînê, li qadên Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê di sala 2021’an de 367 caran bombeyên qedexe û êrîşên bi çekên kîmyewî bi kar aniye. Di van êrîşan de 46 hevalên me şehîd bûne.
Dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û ligel ku ev kirinên wê dikeve nav pêkanînên dermirovahiyê, saziyên navneteweyî yên eleqedar, çavê xwe ji vî tiştî re girtine. Hêzên me yên gerîla di çarçoveya mafên meşrû, mirovî û demokratîk ên gelê Kurdistanê de peywira xweparastinê dike, dewleta Tirk jî xwe dispêre piştgiriya ku NATO daye wê, her cure sûcê dermirovahiyê dike. Hikumeta AKP û MHP’ê cesaretê ji bêdengiya saziyên navneteweyî digire û di sala 2022’an de di êrîşa dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê de di warê bikaranîna çekên kîmyewî de konsepteke nû çêkiriye. Artêşa Tirk berê jî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî di cih û demên cihê de bi kar aniye lê di salên
2021 û bi taybetî di salên 2022’an de ev bûye rewşeke sîstematîk. Ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespîtkirin ku
2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 hevalên me şehîd bûbûn û nasnameya wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyarkirin. Herî dawîn 17 fermandar û şervanên me, bi heman çekan hatine şehîdxistin.
[1]