Bi diruşma Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî #Yekitiya Jinên Ciwan# a herêma #Efrîn#ê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina tundiya li dijî jinan li dar xist.
Bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li dijî cureyên tundiya li dijî jinan xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandêr li ser rêya di navbera Fafîn û bajarokê Babinis a Şehbayê de kom bûn û pankartên Li dijî dewlet û mêr, Jin, Jiyan, Azadî, Na ji qetilkiirna jinan re, jin jiyan e û wêneyên rêber #Ocalan# hildan.
Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tundiya li dijî wan dest pê kir.
Xwepêşandan li Yarîgeha Babinis veguherî mîtîngê. Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Zeyneb Mamo axivî û wiha got: 25′ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jınan a Cîhanê ye. Jin di civakê de pêşeng bû, hezkirin û henûnû li hemû cîhanê belav kir, lê îro wek kel û pelekê li ser kanalên televîzyonan tê firton.
Zeyneb wiha domand: Armanca komploya li dijî jinê ew e ku wê ji cewerê wê bi dûr bixin û bikin koleyê zihniyeta baviksalarî û xwestên mêr têr bikin. Siyasetên li dijî wê jî înkarkirina rola wê ye.
Zeyneb wiha dawî li gotina xwe anî: Ew endamên Yekitiya Jinên Ciwan xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan a ji bo azadiya jin û hewl didin vê fikrê di nava hemû civakên li cîhanê de belav bikin. Da ku jin azadiya xwe bi dest bixin.
Piştî wê, koma Jinên Ciwan a şanoyê şanoyek li ser qelsbûna rola jinan bi destê zihniyeta baviksalarî pêşan da.
Xwepêşandan bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.[1]