Piştî ku 16’ê meha rezbera 2022’yan de keça kurd #Jîna Emînî# hat kuştin û heta niha li #rojhilatê Kurdistanê# û li Îranê çalakî didomin. Îranê jî her mudexeleyê çalakgeran kiriye û bi dehan kes heta niha mirine. Ji ber vê mudexeleya Îranê, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Îngilistanê li hemberî hin şexsiyet û saziyên îranî biryar girtin. Di civîna Wezîrên Karên Derve yên YE”yê de li hemberî kes û saziyan biryar hat girtin. Nhunerê Payebilind ê Polîtîkaya Ewlehî û Têkiliyan a YE”yê Josep Borrell diyar kiriye ku ew şîdeta Îranê ya li hemberî çalakgeran şermezar dikin û ew piştgirî didin çalakiyên aştiyane û divê îranî bikaribin daxwazên xwe û fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman.
Di lîsteya hatiye amadekirin de 29 kes û 3 sazî hene. Di nav vê lîsteyê de Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Vahidi, 4 endamên ku Emînî girtibûn bin çavan, hin fermandarên Artêşa Mihafiz a Şoreşê ya Îranê, Serfermandarê Artêşa Bejayî ya Îranê Kiyumars Heyderî hene. Di lîstyê de wekî sazî jî Press Tv ya Îraê, saziyeke bîlîşîmê û weqfeke ku girêdayî hêzên mîlîs Besic e.
Li gor biryarê, di dema seyahetê de rê li ber van sazî û kesan bê girtin, mal û milkên wan bê rawestandin, û kes fonê nede van kesa û saziyan. Her wiha amûrên ku li nav welak wekî amûrê zordariyê têne bikaranîn jî dê ji bo Îranê neyên firotin.
Bi vê lîsteyê re, hejmara kesên di lîsteyên bi vî rengî yên YE’yê de derket 126’an, hejmaran saziyan jî derket 11’an.
Li aliyê din Îngilistanê jî lîsteyeke ji 24 kesî pêk tê amade kir û biryara rêlibergirtina wan da.[1]