Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Destar a wêjeyî bi hejmara xwe ya 6an a demsala payîzê derket pêşberî xwendevanên xwe yên wêjehez û Kurdîhez.
Kovara Destar ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ dest bi weşanê kiribû sê mehan carekê wek kovarpirtûk derdikeve. Kovara ku bi vê hejmara xwe ya nû ya ji 176 rûpelan pêk tê, careke din bi gelek beşên cûr bi cûr ên wêjeyî di qada Wêjeya Kurdî de cihê xwe girt.
Di hejmara 6an a kovarê de jî, ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafkasyayê 42 nivîskar û helbestkarên Kurd, di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’ û ‘Destarê Soranî’ de bi nivîsên xwe yên lêkolîn, vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik, ramanî û zanistî yên wêjeyî, di qada wêjeyê de nîqaşên girîng derdixe pêş.
Ligel vê, di beşa ‘Rexneya Wêjeyî’ de hûrnêrîn û nirxandina li ser celeba wêjeyî helbestê; di beşa ‘Wêjeya Devkî’ de dahûrandina wêjeyî ya dengbêjî û gotinên pêşiyan; di beşa ‘Helbestê’ de ramanên li ser celeba helbestê, jiyan û berhemdariya gelek helbestkarên cihêreng tê vegotin, dahûrandin û şîrovekirin.
Her wiha kovar di beşên çîrok, ceribandin, bîranîn û wergerê de jî bi mijarên cuda yên wêjeyî tam û çêja wêjeya Kurdî dewlemendtir dike û bi kûrahiya zimanê Kurdî dîroka Wêjeya Kurdî jî bi berfirehî digire dest û dinirxîne.[1]