Komîsyona Hevbeş a Dadê ya Destûra Bingehîn bi piraniya dengan rapora hilweşandina parlamenteriyê ya Parlamentera #Partiya Demokratîk a Gelan# (HDP) #Semra Guzel# qebûl kir û rapor bo Desteya Giştî ya Parlamentoyê hat şandin.Komîsyona Hevbeş a ji Komîsyona Edaletê û Komîsyona Destûra Bingehîn pêk tê, îro Pêncşemê 17ê Mijdara 2022an ji bo gotûbêjkirina rapora beşdarnebûna Parlementera HDPê ya Amedê Semra Guzel bo Parlamontoya Tirkiyê civiya û bi piraniya dengan rapor hat qebûlkirin û biryar hat dayîn ku rapor bo Parlamentoya Tirkiyê bê şandin. Li parlamentoyê derbarê hilweşandina parlamenteriya Guzel de dê biryara dawî bê dayîn.Parlamenterên HDPê yên endamên komîsyonê û çend parlamenterên din yên HDPê jî beşdarî civîna komîsyonê bûne. Bi piraniya dengên endamên Komîsyona Hevbeş biryar hatiye dayîn ku rapor bo Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bo dengdanê bê şandin.Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel piştî ku parêzbendiya wê hatibû rakirin, di 3ê Îlona 2022ê de hatibû desteserkirin. Doznemaya ku Serdozgeriya Komarî ya Enqerê bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” derbarê Semra Guzel de amadekiribû 29ê Îlona 2022ê temam bû. Di doznameyê de bo Parlamentera HDPê bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê” ji 7 sal û 6 meh heta 15 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin. Semra Guzel ji ber dîtina çend wêneyên wê di telefona yek ji gerîlayên PKKê Volkan Bora de ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû, parêzbendiya wê hatibû rakirin, lê Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora.” Kaynak: Komîsyonê rapora rakirina parlamenteriya Semra Guzel qebûl kir[1]