Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmê, zarokên ku beşdarî projeya (Bixwîne fêr bibe) xelat kirin.
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê û bidawîkirina projeya (Bixwîne fêr bibe), Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmê şahiya xelatkirinê ji zarokên beşdarî projeyê bûne re, li hola kampa Serdem a Şehbayê, li dar xist.
Bi armanca bilindkirina moral, xurtkirina zimanê dayikê û bihêzkirina zarokan di tevahî aliyên çandê de, bi dehan zarok li kampên Efrîn, Şehba, Berxwedan, Serdem û Vegerê beşdarî projeyê bûn.
Endamê Desteya Kar û Barên Civakî Egîd Xelîl wiha got: Pêwîst e em bi zimanê dayikê ve girêdayî bin û nifşekî nû ava bikin.
Egîd Xelîl piştrast kir ku ev proje ji bo zarokan gaveke pir baş e da ku armancên xwe bo jiyana civakî ya azad ve pêk bînin.
Xelîl da zanîn ku projeya (Bixwîne fêr bibe) raneweste û dê li gorî derfetên heyî berdewam bike, dê li tevahî kampan û di nava civakê de gavan bavêjim, nifşên pêşerojê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a ku neteweya demokratîk temsîl dike, ava bikin.
Dûre li ser çawaniya pêşkêşkirina projeya (Bixwîne fêr bibe) sînevzîyonek hate pêşandan, her wiha behreyên zarokan ji tabloyên wêneyan, lêdana tembûr û stran û xwendina helbestan bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan.
Desteya Kar û Barên Civakî û Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê xelat li ser zarokên serketî belav kirin.
Çalakî bi pêşandana straneke li ser zimanê kurdî ji aliyê zarokan ve û girtina govendan bi dawî bû.[1]