Nasnav: Canfeda Bismil
Nav paşnav: Ferhat Sarûhan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Kader-Askerî
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku bi berdêlên giran û bi deh hezaran destanên lehengiyê gihîşt vê serdemê, vê demê jî li gel êrîşên giran meşa azadiyê dewam dike. Ev meşa azadiyê ya pîroz a bi pêşengiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, rher roj mezin dibe, belav dibe û digihêje mirovahiyê. Êrîşên ku bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên me tê kirin, bi fedakariya hevrêyên me yên şehîd têne pûçkirin. Hevrêyên me Alî, Reşît, Berxwedan, Canfeda û Sîrwan sla 2016'an li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bedena xwe kirin sîper, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me pêşengî ji berxwedana me ya azadiyê ya pîroz re pêşengî kirin û cihê xwe di dîroka azadiyê ya gelê me de girtin.
Hevrêyên me Alî, Reşît, Berxwedan, Canfeda û Sîrwan weke ewladên herî leheng ên gelê me ji bo azadiya gelê me erka xwe ya pêşengiyê bi cih anîn. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.[1]