Partiya Kesk a Demokratîk, Yekitiya Lîberal, Desteya Neteweyî ya Erebî, rêxistin û saziyên jinan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Partiya Kesk a Demokratîk bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha tê de hate gotin:
Em Partiya Kesek a Demokratîk vê terora dewleta Tirk a nerewa şermezar dikin. Di demekê de em li ser parastina welat û parastina mafên xwe yên rewa israr dikin, em dev ji pêkanîna projeya xwe ya demokratîk ku jiyana birûmet garantî dike, bernadin. Em bang li tevahî welatiyan dikin ku ji bo Sûriyê hevgirtî bin û parastinê bikin. Ji ber armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina bakurê Sûriyê ye, lê belê hedefgirtina hemû Sûriyê ye.
Em bang li hemû welatiyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li dor Rêveberiya Xweser û #QSD#′ê bicivin û li gorî pêwîstiyên şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin.
Li aliyekî din jî Desteya Neteweyî ya Erebî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin û wiha got: Ev êrişa hovane di çarçoveya hincet û bihaneyên derew ên ji hêla AKP′ê ve pêk tên, mîna teqîna li Stenbolê.
Em bang li gel dikin li dora QSD′ê bicivin, ji ber li hember dagirkeriyê tê dikoşe û li ber xwe dide.
RÊXISTIN Û SAZIYÊN JINAN; DIVÊ DEWLETA TIRK LI SER SÛCÊN XWE WERE CEZAKIRIN
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Weqfa Jina Azad a Sûriyê, Rêxistina Nûdem, Komeleya Şawişka û Tora Pêşengên Aştiyê bi daxuyaniyeke hevbeş ev êriş şermezar kirin. Endama rêveber a Komeleya Şawişka Necle Temo li pêş ava rêxistina Sara ya li Qamişloyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Bêdengiya navneteweyî li hember êrişan nîşaneya berjewendiyên hevpar ên dewama sûcên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên sivîl, leşkerî re dixwazin, her wiha şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em banga bidawîkirian êrişên dewleta Tirk û hesabkirina wê dikin.
Têkildarî mijarê Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêze daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: Em Însiyatîfa Jin Kurdistanê ji Dagirkeriyê Diparêzin van êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar dikin. Ev êriş bêyî erêkrina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî #DAIŞ#′ê, di serî de DYA′yê pêk nedihatin. Ger koalîsyon li dijî vî şerî derqanûnî ye, divê zextê li dagirkeriya Tirk di aliyên aborî, siyasî, dîplomasî û qanûnî de bike.
Her wiha Yekitiya Lîberal a Kurdistanî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: Dewleta Tirk a dagirker dixwaze binketinên xwe yên hundirîn, nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê û krîza aborî veşêre. Her wiha ji hewl dide binkeftinên xwe yên li çiyayên Qendîl, Avaşîn û Heftanînê yên ji Adara par ve veşêre. Ev êrişa hovane tolhildana ji bo DAIŞ′ê ye ku di Kobanê de bi bin ket.
Em sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê me yê Kurd û gelê herêmê şermezar dikin û em QSD′ê û fermandariyên ewlehiyê re ku parastina Rêveberiya Xweser dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku sûcdaran ceza bikin, her wiha bêdengiya DYA′yê, YE′yê û Rûsya şermezar dikin.[1]
(fr)
ANHA