DAXUYANÎ BO RAYA GIŞTÎ
Xelata HRRKê ya afirandinê di sala 2016ê de li Qamişlo, di pêncemîn Kongireyê de, hate damizirandin. Nirxê xelatê 1000 dolar e ji alî Komîteya Kargêr a HRRKê di gel zirxê HRRKê tê dayîn.
Xelata HRRKê ji bo kesên afrêner û kesên ku bandorekê li derûdora xwe û li cîhana nivîsandin û hunerê dikin. Her wisa ev xelat ji boyî piştgirî û geşepêdayîna qada çapemenî û weşangerî û saziyên rewşenbîrî ye û bi giştî hewldaneke da ku asoyên çand, ziman, wêje û hunera Kurdî xweşiktir û berfirehtir bike.
Di vî warî de em dixwazin bibêjin ku pîvanên hilbijartina xelatgiran xwe dispêrin ezmûneya kesan a takekesane û rola wan kesan a taybetmend û cihêwaz û şopa wan di vekirina asoyên nû de û hişmendiyên teze yên kultûrî û di warê rewşenbîrî de xwe dispêrin ked û westan û xebata wan kesan, da ku tiştekî nû û hêja ji civat û mirovan re bibêjin.
Hêjayî gotinê ye ku em bi bîr bînin ku di sala 2018ê de û bi sponsoriya Ekremê Gemo şêwekarê Kurd Zuhêr Hesîb Xelata HRRKê wergirt.
Di sala 2019ê de bi sponsoriya Kamîranê Hewran herdû hunermendên Kurd Reşîd Sofî û nemir Mihemed Elî Şakir Xelat wergirtin.
Di sala 2020ê de bi sponsoriya Enstitûya Kurd a Brûkselê herdu nivîskarên Kurd Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat û di sala 2021ê de bi sponsoriya karsazê Kurd Ibrahîm Şakir nivîskarên Kurd Salihê Heydo û Konê Reş xelat wergirtin.
Îsal jî 2022ê, xelata HRRKê ji du afrêneran hate pêşkêşkirin
Du kesên ku di warên çand û ziman û kelepûr û hişmendiya kurdî de bêhempa têkoşiyane û rola xwe di hişmendiya gelemper û giştî de çesipandine.
Yekî ji wan di warê ziman û destnîşankirina kêşe, aloziyên rêziman û ferheng, hişmendiya Kurmanciyê ya îroyîn û pêdiviyên lezgîn ên ku rê li ber geşbûna ziman vedikin bêyî bihnvedan lêkolînên xwe hetanî vê xuleyê berdewan dike û roj li pey rojê pirtûkxaneya Kurdî bi lêkolînên xwe dewlemend dike.
Yê din jî hunermendek e behremend û wêrek û cegerdar e, hewl daye ku bi bîrtûjî danûstendinê bi kelepûr û bîrdanka gelêrî ya strana Kurdî re bike û mercên nûjenkirina dengbêjiyê zeft bike û di serencamê de şêwazekî nûjen di laş û rihê stranê de biafirîne û bi dengê xwe yê zîz û xweş em hînî OPÊRAbêjiya Kurdî kirin..
Em herdu xelatgiran pîroz dikin:
Nivîskar û zimannasê Kurd Berzo Mehmûd û Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir.
Spasiyeke germ ji bo Doktorê hêja Ehmed Ebdo yê ku sponsoriya xelata 2022ê kiriye.
KOMÎTEYA KARGÊR A HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ(HRRK)[1]
Qamişlo: 20.11.2022