108 rêxistinên hiqûqî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî sûcên şer hesibandin û diyar kirin ku dewleta Tirk peymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dike.
108 rêxistinên hiqûqî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporeke weşand.
Di raporê de hate gotin, ʹʹ#Dewleta Tirk a dagirker# di çarçoveya êrişên xwe yên li ser sivîlan, binsazî û navendên tenduristiyê yên bi armanca tirsandina sivîlan de, di saetên serê sibehê yên roja 20ʹê Mijdarê de sûc pêk anîn ku dighêjin asta sûcên şer. Ev êriş bi erêkirina hêzên aktîv ên di aloziya Sûriyê de, di serî de DYA û Ferderal a Rûsyayê, hatin kirin.
Dewleta Tirk li Kobanê nexweşxaneya zarokan ya niha ku berê ya Koronayê bû kir hedef. Li gorî qanûnên navneteweyî ev êriş dikeve çarçoveya sûcên şer. Her wiha li gundewarê herêma Dêrikê sivîlên ku dixwestin birîndarên êrişa yekemîn a balafiran leşkerî ji bin enqazan rizgar bikin, bombebaran kirin.
Ev kiryar li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye. Di heman demê de li gorî madeya duyemîn a peymama Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945ʹan, dijminahiyek li welatekî din e û dikevin asta sûcên şer.[1]