Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedê navdar ê ji #Rojavayê Kurdistanê# #Xêro Abas# û keça xwe Rona strana “Çaw Bella” ji bo piştgiriya xwepêşandanên li #Rojhilatê Kurdistanê# bi hev re gotin.
Çaw Bella ku orjînala wê wek “Bella Ciao” tê gotin, hunermedê Kurd Xêro Abas û keça xwe Rona bi hev re ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê gotin û weke klîb belav kirin.
Muzîka wê Hakan Akay amade kiriye û derhêneriya klîbê, Kamîran Betasî kiriye û ji aliyê Elî Delekî hatiye edîtkirin.
Orjînala strana Îtalî ye û di dema şerê cîhanê yê 2yemîn de hatiye gotin. Nayê zanîn ka kê gotinên wê nivîsandine, lê ev stran li seranserê cîhanê navdar bûye û li gelek welatan hatiye gotin û li ser gelek zimanan hatiye wergerandin.
Stran ji aliyê partîzanekî Îtalî ve li dijî faşîzm û dîktatoriya Mossolînî hatiye gotin û muzîka wê ji folklora Îtalî ye.[1]