Ev berhem ji me re qala kurtejiyana şehîdan dike ku ji aliyê nivîskara ciwan Lîlav Îsa ve hatiye nivîsandin, berhemeke wisa ye ku ronahiyê dide li ser kurtejiyan û serpêhatiyên şehîdan ku di Şoreşa Rojava bûne sembola axê
Gava ku mirov pelikên çavên xwe vedike û li kolanên rojê digere. Ji nişkêve dîmenên balkêş li rastî mirovan tê. Dîmenên ne bi şev, lê bi roj tên xuya kirin. Ew dîmen stêrkên li ser erdê bixwe ne. Di cîhanê de kêm caran li ser stêrkan tê nivîsîn , ji ber ku pirî caran pênûs di ronahiya teyîsîna stêrkan de dilerize. Ez bawerim ku we nas kir ez qala şehîdên rojê dikim, şehîdên ku xwediyê gelek serboriyên bi êş, berxwedanî, ken û wateya jiyanê ne ku qet li ser rûyê wan neditebitî. ev pirtûk bi gelek jînameyên pakrewanên ku xwediyê ken û eşeke têkilhev in dagirtî ye. Carinan mirov di berxwe de dikene û carinan jî jixwe şerm dike û carinan jî iskesîk di gewriyan mirovan de diqete. Lê hema hema nivîsara vê pirtûkê Lîlav Îsa ku nuxiriya berhemeke wisa ye kariye cersaret bike û xumava pênûsa xwe geh bi tenikahî geh jî bi melûlî gotin û hestên şehîdan yên berî şehadetê di ronahiya çavên hevalê wan de teyîsî, giriyên dayîkên şehîdan ku bi ser kurê xwe dinaliyan û her li ser sekoya malê li benda kurê xwe diman, mêrxaziya şehîdan ya di çeperên şer de bi dilekî ku ji hezkirinê mişt bûye serê lûleyên wan qet sar nedibû, zarokên şehîdan yên ku benda diyariya soleke cejnê ji bavê xwe bûne, hevjînên şehîdan ku her destmala wî di bin lihêfa wan ya germ de şêlo bûye. Kêliyê şehadeta wan û bi hilma nefeta wan re gotinên wan yên dawiyê li ser van rûpelan bi tenikahî xêz bûne. Gelek berdêlên giranbuha li ser vê axê hatine dayînê. Û di oxira azadkirina vê axê de bi stêrkên ku nayên hejmartin bûne şehîd. Bêgoman ev hemû derbirîn di taployekê de hil nayên ji ber ku em gelên kurd xwediyê xêza jan û birîneke dûr û dirêj in. 19 strkên çirûsîk di vê ezmanê me yên xweşik de hil hatine. Lê divê ku hemû stêrk di vê ezmanê şevên me de li vê dunyaya ku em tê de dijîn de her û her bibriqin û geş bibin. Lê nivîsara delal karî li gorî enerjiya xwe van stêrkan bi hestên xweşik û nazenîn li ber çavên me geştir bike.
Di encama xwendinê min ji vê pirtûkê re mirov dighêje wê wateyê ku tiştekî pîroz di jiyana xwe de xwendiye ew stêrk bixwe ne. Ez di wê bawerî û hêviyê de me ku dema her xwendevanek vê pirtûkê têxe nava her du destên xwe de wê di bilêvkirina gotina her şehîdekî ku li ser wateya jiyanê hizirî ye. Wê hîs bike ku ev welatê em tê de dijîn çiqasî bi wan xweşik û pîroz dibe.[1]
Aras Hiso