Di sala 2016'an de pirtûka bi navê ''Memleket Mea wel Xeranîq'' ango (Warê av û Hec Leglegan) ku ji weşanên Yekîtîya rewşenbîrên kantona kobanî ye, hate çapkirin. Ji ber pişgiriyên derdorê yên wekî M.Omer Elûş, M.Xişman Walî, M.Mihemed Şêxo, dest bi nivîsandina vê pirtûkê beş bi beş kir. Ji encama bûyerên ku di dîroka kobanî de rûdane, jiyan û rûdanên ku pê re derbasbûyî û bîranînên ku di bîra wî de mîna hilmekê mane, bûn sedema ku vê berhemê di sala 2012'an de dest bi nivîsandina wê bike. Ev herhemeke wisa ye ku di navbera dîrok û serpêhatiyan de ye. vê pirtûkê bêhtir pala xwe dide ser bîranînên wî yên ku pê re derbas bûne an jî bi hevtemenên wî û yên berî wî re derbas bûne.
Di amadekirina vê berhemê de M.Xelîl Hesan destxeta berhemê derbasî wordê dike û m.Şadî Îsamîl pêşgotina wê dinivîse û m.Mihemed Şêxo jî dibe alîkar.
Her wiha navê pirtûkê jî, ''Memleket Mea wel Xeranîq'' (Warê av û Hev Leglegan). Li gor ku m.Husên dibêje: ''Ji ber ku berê av li kobanî pir bû, bi av û kaniyên mîna Kaniya Mişidê û Ereban dewlemedniyeke mezin didan rûyê bajêr û ev bajar xweşiktir dikir. Û xeranîq jî; ji ber ku li van deverên me yên têr av û kanî ''Hec Legleg'' pir bûn, ew teyrekî pir wefedar e û ji aliyê milet ve pir tê hezkirin. Hem di edebiyeta Qafqasiya de xeranîq şehîd in, ew sembola şehîdan in, ruhê şehîdan dibe yê Hec Legleg û her tim bi ser serê meran re difirin û li derdora me dibe xwedî rihekî veşartî. Ji ber vê yekê min xwest girêdanekê di navber kobaniya kevnare ya bi bi av û bi kobaniya niha ya şehîdan ve girê bidim''.
M.Husên Mihemed Elî xwediyê dilê pak û zelal hîna jî hêvî û hewildan li cem wî hene ku bîranînên şerê kobanî ji destpêka şer, koçber û ta bi vegera wî, yên ku bi wî re rûdane binivîse. Dixwaze di wan mijaran de çîrokên tracîdî yên ku ji nêz ve bûne şahidên wê mîna taployekê raxe ber çavan û binivîse.[1]