Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê got Em berdewam in li dijî her çalakiyeke leşkerî li Sûriyê û Iraqê ku aramiya herêmê têk bide.Berdevkê Wezareta Berevaniyê Philip Ventura got: Ev çalakiyên leşkerî armanca me ya hevpar, di nav de şerê li dijî DAIŞ’ê û misogerkirina têkbirina tam a wan, dixe xeterê.Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê derbarê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a derbarê şandina hêzan bo #Rojavayê Kurdistanê# de ragihand “Em li dijî vê tevgerê ne û banga aramiyeke lezgîn dikin.”Li gorî agahiyên Rûdawê, berpirsên Amerîkayê li ser êrişan bi rayedarên Tirkiyê re axivîne û daxwaz ji wan kirine ku êrişên xwe rawestînin, herwiha ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî gotine ku êrişî Tirkiyê nekin û rewşê aloztir nekin.Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê sibeha roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an di bin navê Operasyona Pence-Şûr de Taxa Nû ya Kobanî, Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûrê yên Kobanî, gundê Bêlûniyê yê Şehbayê ku koçberên Efrînê yên sala 2018ê lê bicih bûne û Zirgan, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê û derdora Eyn Îsayê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Tirkiyê her wiha li Başûrê Kurdistanê jî Çiyayê Qendîlê, Asos û Biradost bi dijwarî bombebaran kir. Kaynak: Amerîkayê li hember êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe dubare kir[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,549 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!