Diyarname
Egîtîm-Sena Batmanê ji bo bîranîna Şerzan Kurt ev 12 sal in Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt li dar dixe. Niha encamên pêşbaziya îsal hatin eşkere kirin.
Şerzan Kurt (1989-2010) dema li Zanîngeha Muglayê di Beşa Karsaziyê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê de dixwend, di 12'yê gulana 2010'an de, di pevçûneke di nava şagirtan de hatibû kuştin. Egîtîm-Sena Batmanê jî ji wê demê ve ji bo bîranîna wî her sal Pêşbaziya Çîrokan li dar dixe. Amadekarên pêşbaziyê encamên pêşbaziya îsal eşkere kirin.
Beşa #Çîroka Kurdî#
Di beşa kurdî de îsal di nav endamên juriyê Rengîn Kardelen, Burhan Tek, Mûrad Dildar, Ferhadê Mihemed, Şêxo Fîlîk û Omer Kurt (Bavê Şerzan Kurt e, tevlî dengdanê nebûye) hebûn. Juriyê çîroka bi navê ‘Qahwexane’ ya Kenan Ormek û çîroka bi navê ‘Wesîqeyên Salih’ ya Mem Artemêt hêjayî xelatê dîtin.
Beşa Çîroka Tirkî
Di beşa tirkî de îsal di nav endamên juriyê de Birgul Sevinçli, Buket Arbatli, Suzan Bilgen Ozgun, Merve Yakut, Şengul Can û Nejla Kurt (Dayîka Şerzan Kurt e Tevlî dengdanê nebûye) pêk dihat. Juriyê çîroka bi navê “Karadeniz” ya Serdar Komurcu û çîroka bi navê “Cango” ya Eyyup Epekinci hejayî xelatê dîtin.
Xelata Kedê
Amadekarên pêşbaziyê ligel vê her sal Xelata Kedê jî didin ku îsal ji ber xebatên wan ên ji bo kurdî rojnameya XWebûnê hêjayî vê xelatê dîtine.[1]