Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed destnîşan kir ku #dewleta Tirk# a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla veşêre.
Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed ji ANHAʹyê re axivî.
Telal Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser topbarankirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê, bi dewletên herêmê û cîhanê re bazaran dike û armanc dike guhertina demografiyê û siyaseta koçberkirinê bidomîne û Rêveberiya Xweser têk bibe.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk destnîşan kir ku dewleta Tirk wiha domand: “Plana dewleat Tirk bi ser neket. Ji ber wê xwest gelê Tirk bixapîne û bêje ew bi van êrişan tolê hiltînin û li terorê dide, nexasim piştî ku nekarî aloziyên xwe yên hundirîn û siyasî yên derve çareser bike.”
Mihemed diyar kir ku êrişên qirkirinên yên ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê pêk tîne bi taybet gelê Kurd dê dewam bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dagirker dixwaze li her derê êrişî Kurdan bike. Armanca wî tunekirina gelê Kurd e û guhertina demografiya Kurdistanê ye.”
Mihemed îşaret pê kir ku gelek dosya û rapor hene îsbat dikin ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîne û got: “Di 7 mehên borî de gerîla li hember wan êrişan li ber xwe da. Lê leşkerên Tirk ji bo binkeftina xwe veşêrin, çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn ku bûn sedema şehîdxistina gerîlayan.”
Mihemed an ziman ku dewleta Tirk ji êrişa li ser herêmê xwest bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê veşêre.
Mihemed bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya ji van êrişan û got: “Helwesta hikumeta Şamê ne li gorî tê xwestin bû. Tenê daxuyanî dan ku ew li dijî van êrişan e. Lê ev têrê nake divê di vî warî de bixebite.”
Têkildarî helwesta hêzên navneteweyî jî Telal Mihemed got: “Lihevkirin hene. Tu balafir bêyî erêkirin nikarin li asîmanê herêmê bigirin. Ev gelek pirsnîşanan çêdike. Çima Koalîsyona Navneteweyî li hember van êrişan bê deng e?”
Mihemed destnîşan kir ku her êrişeke bejahî ji aliyê dewleta Tirk ve, dê bibe sedema şerekî berfireh ku dê hemû berdêla wê bidin.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Piştgiriya Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî bikin, li ber navendên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî çalakiyên protestoyî li dar bixin da ku li hember êrişên Tirkiyê ku parçekirina Sûriyê armanc dike, helwestekê nîşan bidin.”[1]