Nav û paşnav: Feyme kurdî
Navê tevgerî: Peyman Kobanî
Navê bav: Osman
Navê dayîkê:Yisra
Cih û dîroka ji dayîkbûnê #02-05-1986# Donxiz
Cih û dîroka şihadetê: 21/7/2013 gorhiso
Heval peyman di nav malbateke ku ji 14 kesan pêkdihat dijiya. 8 xwîşk û 4 bira, dayîk û bav. Ew keça mezin bû. Ew di nav malbateke belengaz de mezin dibe ku her tim bi kar û xebatê çandiniyê re mijûl dibe. Ji bo ku bi malbata xwe re bibe alîkar naçar ma dev ji dibistanê bir de. Di newroza sala 2001`ê de tevlî nav refê gêrîla dibe û 9 salan li #Qendîl#ê dimîne pişitire di sala 2010`an de daket rajavayî kurdistanê lê li #îraq#ê ket destê rêjima sûriyayê ew û 9 hevalên xwe ye keçik. Alîkariyê ji bavê xwe dixwezê lê bavê wê jî ji aliyê rêjimê tên girtin. 10 rojan di girtîgeha Qeişlo de dimînin, piştire dişînin girtîgeha şamê, her roj heval peyman û bavê wê îşkence û lê didan. Heval peyman li hemberî rêjima dewletê serî natewîne û her tim hêz û moral dida bavê xwe. Bavê wê ji ber sedema şkencekirinê, nexweşiya wî giran dibe û piştî 3 mehan tê berdan. Lê heval peyman gitî dimîne piştire tînin girtîgeha helebê û li wir jî 40 rojan ketiye girtîgehê. ji ber ku malbat ji keça xwe ya leheng pir hez dikir hemû mal û milkê xwe didin rejîmê da ku berxwedêr peyman ji destê wan derxînin piştî demekê tê berdan û vedigere nava malbata xwe. Di sala 2011`an de dîsa vegeriya karê rêxistinê û di herîma kobanî de alîkarîyê bi hevalan re dikir bi awayekî feşartî kar dikir û di sala 2012`an de li ser dû tabûrên hereket dikir. Piştî demekê berxwedaniyeke gel hat meşandin. Piştî demekî wek xetekekê ji xwe re çêkiribûn, lê li wê derê heval peyman û du hevalên wê şehîd ketin. Li gundê Gorhiso ya girêday herîma girêsipî şehîd ket û 12 rojan laşê şehîd Peyman di destê dijmin de mabû piştî 12 rojan laşê şehîd Peyman radestî malbata wê bû, soza tekoşna wan ta ku avakirina sûriyeke demokratîk û kurdistaneke azad pêkbînin ...Oxirbe ey şehîd.[1]