Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyên 5 şervanên HRE′yê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li kantona Şehbayê de şehîd bûbûn, oxir kir.
Bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê beşdarî merasîma oxirkirina 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bûn. Ew şervan di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de di 20′ê Mijdarê de şehîd bûbûn.
Beşdaran cenazeyên şehîdên bi karwaneke girseyî ber bi Goristana Şehîdên Serdemê ya li Ehrezê ve ketin rê. Navên şehîdan wiha ne; Zeim Reşo (Xelîl Cindirêsê), Şiyar Silêman (Çayan Efrîn), Ebdullah Îsa (Brûsk Efrînê), Mihemed Hisên (Dilsozê Şêrawa), Mistefa Mistefa (Baran Efrîn) bi
Li goristanê, endama Meclisa Malbata Şehîdan Xedîce Îbo sersaxiya malbatên şehîdan xwest û wiha got: Dagirkeriya Tirk hewl dide vîna gelê herêmê bi tevahî pêkhateyên wê têk bibe.
Xedîce wiha domand: Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe de ji Şehba bigire heta bi Dêrikê de dewam dike, di êrişan de binesaziya herêmê hedef digire.
Li ser êrişa balafirên şer li dijî nuqteya Hêzên Ewlekariyê ya Hundirîn li kampa Holê ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ′ê hene, Xedîce wiha anî ziman: Armanca dewleta Tirk a dagirker komkujiyên din li dijî sivîlan pêk bîne û bi derxistina çeteyan ji kampê herêmên din dagir bike.
Dûre li ser nave Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Sibhî El Ehmed wiha got: Şehîdan di oxira parastina herêmê û xaka wê de canê xwe da.
El Ehmed wiha domand: Dewleta Tirk a dagirker gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û etnîkên wê hedef digire.
El Ehmed bang li tevahî pêkhateyan kir ku berxwedan û têkoşînê li hemer dagirkeriya Tirk bilind bikin û li dora QSD′ê bicivin.
Dûre wesîqeyên şehdan ji hêla endamên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Avdar Elo û Şêrîn Silêman ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîm bi silavkirina şehîdan û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.[1]
(fr)
ANHA