Nivîskar Ebdilhelîm Ehmedê Mele Silêmanê Zivingî
Ebdilhelîm kurê Ehmedê Mele Silêman ê Zivingî ye, yê naskirî bi Ehmedlawî.
Di sala 1963an de, li Kehniya Nebî ji malbata xwe ya rêncber re hatiye dinyayê, li wir çûye dibistana seretayî û sala 1977 malbata wî li Girkê legê cîwar bû. Li Rimêlan dibistana amadeyî xwend û bakalorya çaksazî li Hisiça, paşê peymangeh li Dêra Zorê 1985 biserî kir. Ji ber bênasnamiyê û siyaseta şofen a rêjîma ba'is li yek cihî wek karmend qebûl nekirin.
Di nav mercên zehmet de jiya û ji piçûkaniya xwe de kete nava siyasetê de. Di dema xwendinê de, li dora 200 metelokên kurdî gotinên pêşiyan danehev û heza wî çû ser nivîsandina helbesta kurdî û dest pêkir. Ji salên 2007–2011an de, endamê Komîta Amadekar a Mehrecana Helbesta Kurdî bû.
Di sala 2013an de, pirtûka xwe ya lêkolînê ya li ser Girkê legê weşand, her li Girkê legê bûye serokê şaxê nivîskarên kurd.
Di 11/10/2006ê de, çar kesan li Girkê legê Dîdargeha Girkê legê ya Rewşenbîrî damezirandin. Gelek şevbuhêrk û çalakî lidar dixistin. Armanca wî ya sereke yekrêziya miletê wî û parastina ziman, wêje û çanda kurdî ye.[1]