MARÛF XEZNEDAR: Nivîskar û akademisyen û lêkolînerê kurd e. Di sala 1930'yî de li Hewlêrê tê dinyayê. Li Hewlêrê û Kerkukê perwerdehiya seretayî û amadehiyê dibîne. Li Zanîngeha Bexdeyê Be şa Wêjeyê dixwîne û di sala 1957'an de des- tûrnameya lîsansê ya Wêje û Zimanê Erebi werdigire. Di navbera salên 1957-1959'an de li Kerkukê wekî mamosteyê lîseyê dest bi kar dike. Di sala 1960'î de bûrsa Enstîtuya Rojhilat a Akademiya Zanistan li Lenîngradê bi dest xist. Di sala 1963'an de doktoraya Wêjeya Kur- dî werdigire. Di navbera salên 1963-1968'an de li heman enstîtuyê wekî lêkolîner kar dike. Di sala 1969'an de li Zanîngeha Bexdayê Beşa Wêjeyê dest bi mamostetiya zanîngehê dike. Di sala 1972'yan de dibe berpirsê beşa kurdî û di sala 1979'an de dibe profesor. Di salên 1970- 74'an de di kovarên wekî Defterî kurdewar û Nûserî Kurd de wekî edîtor xebat dike. Bi qasî bîst û pênc pirtûkên wî yên lêkolînî, wê- jeyî, perwerdehiyê hene û digel gelek gotarên zanistî yên wî bi zimanê kurdî, erebî û rûsî hene. Berhema wî ya mezin û navdar Mêjûy Edebî Kurdî ye. Xeznedar yek ji wan kesan bû ku digot: Heta pirsgirêka kurd li Tirkiyê çareser nebe bi tevahî nayê çareserkirin û di- vê destpêkê li wir çareser bibe. Marûf Xezne- dar di sala 2010'an de çû ser dilovaniya xwe û li Goristana Çiraxê hatiye veşartin.[1]
Navdarên Kurdan (Kerem Serhatli)