#SEX RIZA TALEBANI#: (1842-1910)
Li gundê Çirîxê nehiya Çemçemalê herêma #Kerkûk#ê sala 1842'an ji dayik bûye. Kurê Ebdurehman e, ji qebîla Talebanî ye. Bavê wî derebegê Talebaniyan bû, di bîst û pênc saliya xwe de piştî medresê çûye Stenbolê. Li wê du salan maye û hînî farisî û tirkî bûye. Hema li wê derê dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Helbestên xwe bi farisî, tirkî û kurdî nivîsîne. Piştî du salan ji Stenbolê vegeriyaye welatê xwe û pê hesiyaye ku bavê wî çûye rehmetê, mal û mîrata bavê wî ketiye destê birê wî Eli. Bi tiştekî ji mîratê nade wî, ew diçe Koysencaqê cem xalê xwe Xefûr, wextekê li cem wî dimîne û paşê vedigere diçe Kerkukê û dest bi rêncberiyê dike. Ew ji şêxan û ji pismamên xwe zivêr dibe, halê jiyîna xelqê seherê Kerkukê bi wî xweş nayê, ew di helbestên xwe de behsa wan dike. Di sala 1901'an de diçe Bexdayê û li wê derê dimîne û sala 1910'an diçe rehmeté. Du caran dîwana Şêx Riza Talebanî hatiye çapkirin. Sala 1935 û sala 1946'an li Bexdayê.[1]
Navdarên Kurdan ( Kerem Serhatli)