Li Îranê serîhildana gel a ku piştî qetilkirina #Jîna Amîni#yê dest pê kir, didome. Çalakiyên ku ji bajarê #Rojhilatê Kurdistanê# Seqizê dest pê kirin, di demeke kurt de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê belav bûn. Heta niha di êrişên rejîma Îranê de li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan, herî kêm 410 kesan canê xwe ji dest daye; ji van 58 zarok in. Û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatine girtin. Rojnamevan û nivîskar #Kakşar Oremar# ji Cengîz Ozbasar ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser raperîna xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê ji nêz ve dişopîne, serîhildana gel nirxand û got, êdî veger jê nîne.
Xwepêşandan veguherîn berxwedanê
Kakşar Oremar got, protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di demeke kurt de veguherîne berxwedanê. Wî got, ev çalakî ji yên berê cudatir in. Oremar îşaret bi wê yekê kir ku ev berxwedan bi gotina dirûşmeya Jin jiyan azadîyê ya li ser gora Jîna Amîniyê hat gotin, veguheriye qîrînekê û wiha dewam kir: Li vir hem malbatê hem jî gel serî li ber gefên dewletê netewand. Li ber tahdeyên heta niha dihatin kirin, serî rakirin.”
Ruhê Kobanê li seranserê Îranê heye
Kakşar Oremar îşaret bi hêrsa zêde ya li hemberî êrişên rejîmê jî û got, Kurd, li dijî rêvebiriya dîktatorî ya 43 salan a Îranê, bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî'yê daketin kolanan. Vê berxwedanê kir ku derzek li dewletê bikeve. Ji lew re, baş dizanin ku ev dirûşme ji ku hatiye û xwedî felsefeyeke çawa ye. Ji dirûşmeyan fêm kirin ku hêza pêşeng jin in. Dizanin ku felsefeya vê dirûşmeyê ji Kobanê, ji Amedê û ji Îmraliyê hatiye. Ev tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li deverên din ên Îranê jî bû felsefeya gelên xizan. Berxwedan, êdî tenê ne rabûnek e, berxwedanek e ku dikare bi xwe re şoreşê jî bîne. Gelên Îranê vê wekî destpêka şoreşê dihesibînin. Êdî vegera ji vê berxwedanê tine ye. Ji îtiraza ji bo nasnameyê wêdetir, ji bo şoreşê tevdigerin.”[1]