Fûtbolîstê kurd Wurya Xefûrî bi tohmeta ku “Li dijî Komara Îslamî ya #Îran#ê propganda kiriye” duh (24ê Çiriya Paşiyê) hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya The Guardianê, Xefûriyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li hikûmetê kiribû û gotibû, “dest ji kuştina #gelê kurd# berde”. Wî di demên dawiyî de jî ev peyam nivîsîbû:
“Dest ji kuştina gelê kurd berdin!! Kurd Îran bi xwe ne...Kuştina kurdan kuştina Îranê bixwe ye. Ger hûn çavê xwe ji kuştina mirovan re bigirin, hûn ne îranî ne, hûn ne mirov in...Hemû qebîle Îranî ne. Mirovan nekujin!!!”
Xefûrî beriya niha jî ji ber ku Wezîrê Karûbarên Derve Cewad Zarîf rexne kiribû, hatibû desteserkirin. Bi vê desteserkirina wî ya vê carê re li gorî şîroveyan hikûmet dixwaze peyamekê bide tîma netewî ya Îranê ku li Qeterê di Mondiyala Cîhanê de dilîze û bibêje “protestoyan berdewam nekin.”
Li welêt piştî ku “polîsên exlaqparêz” ji ber “şerpeya xwe xweşik nedabû serê xwe” Jîna Amînî kuştibû. Piştî kuştina wê, di 16ê Îlonê de li Îranê xwenîşandan destpê kiribûn. Heta niha jî dewam dikin.
Tîma netewî yê Îranê niha ji bo Mondiyala Cîhanê li Qeterê ye. Kaptanê tîmê Ehsan Hajsafiyî di 20ê Çiriya Paşiyê de daxuyaniyek dabû û piştgirî dabû xwenîşandanan. Tîma netewî ya Îranê jî di dema yariyan de sirûda netewî ya Îranê nexwendibû.
Wurya Xefûrî nebirûbûn Mondiyalê û ew duh bi tîma xwe Foolad Khuzestanê re çûbû antremanan. Di dema antremanan de hatiye desteserkirin. Ji ber peyamên Xefûrî, di demên dawiyê de hin wezîran ew weke “cidaxwazê kurd” penase dikirin û Xefûriyî ji bo van tohmetan gotibû ku ew “dikare ji bo Îranê canê xwe bide.”
Xefûrî ji Sine ango Senendejê ye û beriya niha li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li eyaleta Kurdistanê ya Îranê bi cil û bergên kurdî fotografek weşandibû.[1]