Navê pirtûkê: Berbangên Newrozê
Navê nivîskar: Edip Polat
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Apec förlag
Sala çapê: 01.01.1996
Ew 40 egît in bi sêpêyan ve!
Hêlîn! Êgir wilo bang kiribû.
Mêjo, 13'ê sibatê sala 1925'a dida nîşandan. Pîrozvanên biharê dest bi elametê xwe kiribûn jî. Meha Adarê nêzîk bû. Meha Adarê mehek wulo ye ku, di dîroka nêteweyekî de teqandina bahozên bihêz û agirên herrî geş destpêdike. Meha gulên Newrozê şîlan didin tovên zevîyên ku bi sedsalan azadîyê tam nekirine, dikevin ser sînga axê, wê himêz dikin, li hêvîya vekirinê, rehberdana nava axê û hêşînîyê dimînin.. [1]