Navê pirtûkê: Wendabûn
Navê nivîskar: #Şahînê Bekirê Soreklî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Bonne
Navê çapxaneyê: VKW
Sala çapê: 1987
Wendabûn, herçiqas romaneke klasîk be jî, pirrhêl e; lewra bi hebandina şopên gotegot, fantazya, mîstîsîzîm û realîzmê, rêwîromaneke li ser xaçerêka di navbera klasîzm û modernîzmê de ye. Ş. Bekirê Soreklî, qereqterê xwe li hêlekaneke giyanî suwar kiriye; geh dibe (me jî dibe) aîdiyeta welatekî bênavnîşan û geh dibe aîdiyeta dinyayeke bêsînor. Pireke giyanî û şiûrî di navbera bê-welatî û bê-gerdûniyê de saz kiriye – me jî, ligel serekqereqterê xwe ji tenêtiyeke teng dibe li tenêtiyeke berfirehtir diqesidîne. Wendabûn, rêwîtiyeke şiûrî ye; ne destpêk heye, ne dawî. Dergehê wê ji her rêwî re vekirî ye.
[1]