$1.LORÎ/LORIK$
Ji bo geşadana zarokan tişta herî girîng lorî ye. Lewre lorî ji bo ziman û #edebiyata zarokan# cihekî pir girîng digire.
$1.1. Lorik çi ye?$
Lorî hinek deveran jî dibêjin lorik. Lorî stran in, anjî ew gotinên di ber razandinê de tê gotin in. Lorî gorê ritmekê tê gotinin, lê hevce nîn e pêşiyê de hatibine nivîsandin. Hinek lorik ji aliyê dayikê ve di hemandemê de têne çêkirin û têne gotin, hinek jî gelerî ne, ji pêşiyê de hatine ji ber kirin paşê hatine gotin. Hinek lorî jî ji bo şabûna zarokan têne gotin.
$1.2. Sûdên Loriyan$
1- Lorî, ji bo zarokan hînbûnê hêsan dike û qabîliyete fêmkirinê pêş dixe
2- Lorî, zarokên hîperaktîf êmin dike.
3- Lorî, têkiliya zarokan a derdora xwe erênî dike.
4- Lorî, zarokan rihet dike û hersa wan li ser wan radike.
5- Zarok bi loriyan, haja hestên xwe dibin.
6- Razandina zarokan hêsantir dike.
$1.3.Ji bo Loriyan Çend Mînak:$
Lorî Lorî
Hayê Hayê
Du Bilbil
Lorî Lorî
Lorî lorî lorî lorî lorî
Berxê min lorî lorî lorî
Dê razê lorî lorî lorî
Dayê tu gorî gorî gorî
Hayê hayê
Dê hayê hayê
sebra’m bê te nayê
Dê razê lawo razê
dayê qurban canê.
Du bilbil
Li te heye du bilbil
Navên wan mem û zîn
Difirin silesil
Dibin ji me re du evîn
Du çivîkên biçûk in
Ji welatê hîndê ne
Pûrtnazîk û tenik in
Sebr û tebata hev[1]