Konard Hirschler
Ji Înglîzî: Yusiv Hemed
Mijara vê gotarê li Tirkîyê di salên ‘90an de #dîroknûsîya Kurdî# ye û bi taybetî jî ka ew çawa nasnameya neteweyî ya Kurdî ava û pênase dike û ji nû ve dixebitîne.[1] Ligel ku li ber hebûna dewleteke navendî li ser pêwendîya dîroknûsîn û nasnameya neteweyî ya Kurdî çend xebat hene, tevgera neteweyî ya Kurdî nebûye mijara lêpirsîneke wiha.[2] Çavkanîyên ku hatine bikaranîn gotarên tekane #rojnameya Kurd# a bi rojane ye ku Ii Tirkîyê û qismen jî li Almanyayê (Ozgur Gundem-Rojeva Azad û peyrewên wê) tê weşandin ku ew jî heta niha nebûye mijara lêkolînê. Bi rîya bikaranîna van çavkanîyan ez ê nîşan bidim ku dîroka neteweyî ya Kurd di nav Kurdên rewşenbîr de bûye babeta nîqaşeke mezin. Li ser bingeha tehlîla vê nîqaşê, ez ê van argûmanan derxînim pêş: (i) cihê dîskursîv ê vê dîroknûsînê bi awayekî sereke ji alîyê rabêja neteweyî ya Tirk ve hatîye dîyarkirin di versîyona xwe ya navdar de, û (ii) di nav civaka Kurda de nasname bi awayekî sereke li tebeqeya bingehîn a etnîsîteyê ava bûbû, ku demên berê xwe dispart ser ol û çînan.
Çavkanî:
- Dîroknûsîna Kurdî’ li vir tê fêmkirin wek tekstên bi babetên dîrokî ku di weşanan de hatine weşandin an jî weşanxaneyên ku dilxwaz an piştgirên yek ji çalakvanên tevgera neteweyî ya Kurd in.
- Ji bilî ya A. Vali ‘Nationalism and Kurdish Historical Writing’, New Perspectives on Turkey, Cild.14, rr. 23–51 (1996), ku bingeha çavkanîya wê monograf in ku ji alîyê Kurdên Iraqê û K.M. Ahmed ve hatine nivîsîn, Tarihin Tarihi, Kürtlerde Tarih, Tarihte Kadın (Istanbul, 1997), rr.51–116, ku enteresan e derbarê agahîyên ser nivîskaran.
[1]