Nasnav: Berfîn Botan
Nav û paşnav: Rihan Xelef
Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Navê dê û bav: Emşa - Mahsûm
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Hezîrana 2022’an / Zap
$kurtejiyan:$
Hevrêya me Berfîn li bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Malbata hevrêya me Berfîn ji destpêka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve di nava refên têkoşînê de cih girtiye û bi ked û fedakariya xwe bûye malbateke mînak a welatparêz. Malbata hevala me piştî destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, di nava xebatên şoreşgerî de cih girtin, ji bo ku fikrên Rêber Apo bidin jiyîn kedeke mezin dane û didin.Hevrêya me Berfîn bi avantaja ku di malbateke bi vî rengî ya bi qîmet de mezin bûye, PKK’ê ji biçûkatiya xwe de nas kiriye. Bi taybetî di destpêka salên 2000’an de dema ku hevrêyên me li Rojava bûn û xebat dikirin, firsenda naskirina gelek hevrêyên me çêbû û ji sekna jiyana van hevalan gelekî bandor bû. Jiyana çiya û gerîla ya ku van hevalan vegotin bala hevrêya me Berfîn kişand. Ji ber vê yekê, tevî ku hê zarok bû jî, xeyal dikir ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevrêya me Berfîn bi berpirsyariya jina Kurd a welatparêz tevlî nava refên şoreşê bû û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ku rengê jinê li pêş bû xwedî kedeke mezin bû. Bi taybet di navbera salên 2011-2016’an de ku êrîşên çeteyan dijwar bûn, beşdarî gelek tevger û şeran bû. Li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me, li her derê û her çi dibe bila bibe, li hemberî êrîşên ku li dijî destkeftiyên gelê me tên pêşxistin, bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Berfîn ku bi serkeftina xwe ya di şer de di demeke kin de bû fermandar, roj bi roj têkoşîna xwe geş kir û bû fermandara jin a pêşeng. Hevrêya me Berfîn ku derfeta dîtina rastiya ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye, bi dest xist, her tim hewl da ku layiqî Rêber Apo be. Bi van hewldanan xwest di kesayeta xwe de nasnameya jina azad biafirîne. Di vî warî de giran lêkolînê. Di sala 2016’an de dema ku êrîşên çeteyan bi giranî hatin şikandin, hevrêya me Berfîn a ku tevlîbûna nava refên gerîla da pêş xwe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Berfîn a ku di Akademiya Jina Azad a Şehîd Berîtan de di dema tevlî nava refên gerîla bû wê xwest layiqî helwesteke milîtanî ya têkoşîna azadiya jinan a Rêbertiya me be. Ji bo bidestxistina van armancan, bi hevrêyên xwe yên jin ên ku pê re perwerde dibû re nîqaşên kûr dikir û hewl da gelek xalên windabûyî temam bike.Hevrêya me Berfîn ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, piştre tevlî nava xebatên şervanên nû bû. Ji bo perwerdekirina hevrêyên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bûne û ji bo ku wan bigihîne asta gerîlayên azadiyê xebateke bêhempa da meşandin. Di wê pêvajoyê de hevrêya me Berfîn jî bal kişand ser taktîk û şêwaza leşkerî ya serdema nû. Hevrêya me Berfîn ku berê xwedî ezmûna şer bû, ji bo ku di şêwazê şerê gerîla de kûr bibe, ji ezmûnên hevalên xwe sûd wergirt. Hevrêya me Berfîn a ku ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me bi dawî bibe, di sala 2018’an de weke fermandara yekîneyê derbasî herêma Zapê bû. Li gel pratîka şerê dijwar a li herêma Zapê; felsefeya Rêbertî û xeta azadiya jinê ji xwe re kiriye rêbaza jiyanê û bûye fermandareke li gorî wê dijî. Li gel helwesta xwe ya kedkar, nefsbiçûk, hemû hevrêyên xwe yên jiyanê hembêz dikir, bi sekna xwe ya di têkoşîna rêxistinî de ku rê nade paşverûtiyê û her tim dixwaze li derdora xwe bedewiyê biafirîne, karîbû di dilê hemû hevalên xwe de cih bigire. Dema ku di bin her şert û mercî de hewl dida nasnameya jina şoreşger temsîl bike, xwest li cihê ku karekî zehmet lê hebe li wir cih bigire û li gorî wê bi cih bû.
Di her pêngava êrîşên dijmin ên di 14’ê Nîsana 2022’an de dest pê kir de, li gelek deverên Zapê roleke girîng lîst û li dijî êrîşên herî xiyanetkar û hovane yên serdemê yên li herêma Çiyareşê berxwedaneke bê hempa nîşan da. Ligel ku birîndar bû jî nexwest ji qadê derkeve, dixwest heta kêlîka dawîn bi hevalên xwe re be û heta dawiyê li hemberî şert û mercan li ber xwe de.
birîndarbûna xwe jî nexwest qadan biterikîne, xwest heta kêliya dawî li cem hevalên xwe be û heta dawiyê li hemberî hemû şert û mercên neyînî li ber xwe bide. Hevrê Berfîn a ku bi cesaret, hezkirina jiyan û hevrêtiyê, bi kedkarî û fedakariya xwe nasnameya jina azad baş temsîl dikir, tevlî berxwedana li Çiyareş bû û derbeke giran li dijmin da. Hevrê Berfîn pîvanên fermandariya YJA Starê ya gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de ava kir. Ew ê bi xeyal, hêvî, lêgerîna xwe ya azadiyê têkoşîna me ronî bike.[1]