$Danasîna Gundê Siftekê:$
Gundê Siftekê rojavayê bajarê #Kobanî# ya ser bi #Rojavayê kurdistanê# dike û bi 12 kîlo metran dûrî bajar û li ser sînorî kobanî ye. Li gorî ku kal û extiyarên gundê dibêjin navê gund bi tirkî ye. Ev gund ji pênc bavan ve hatiye avakirin. Di gundê Siftekê de nêzî sed mala tê de jiyan dikin, her wiha ji gund du gund derketine jê re dibêjin sifteka rojhilat û sifteka rojava, lê ew bi xwe ji yek kokê ne û ji yek eşîrê re, ji wan re dibêjin ji eşîra kêtiya kêtikan ji atî Îselan û atekî din jî heye jê re dibêjin Qeremdalî. Dibêjin ku yên gund ava kirine Hesenê şêxê û Hisê Istixwar e. Her wiha tê texmînkirin ku ev gund di 1943'an de hatiye avakirin.
$Navlêkirina Gund:$
Gava ku xeta tirêna di navbera rojava û bakurê kurdistanê de hate avakirin, li gorî temen-mezinên gundê dibêjin ku li rex xeta tirênê darek hebûye jê re digotin sift, ji wê çaxê û şûn ve êdî nav lê hatiye kirin siftek. Her wiha ew her u parçeyên ku jê re dibêjin binxet û serxet, gundê siftekê bi du parçeyan kiriye. Lewma hinen malbatên siftekê li aliyê bakur jî hene.
$Çand û kevneşopiya Gund:$
Çi di warê stran, qewlik, metelok, gotinên pêşiyan û dengbêjiyê de çi jî di warê hunera destan de ya mîna qenewçî, nemazilx, berik, destar û çêkirina karên destan de bêhtir di nava jinên gund de ev huner li gel wan bi xweşikahî tê dîtin.
Her wiha gundê siftekê mîna gundên din jî di warê çandiniyê de bi darên xwe yên fistiqan navdar e, lê li rex vê yekê gelek darên cihêreng têne dîtin.[1]