Ümran Altınkılıç
Abstract
Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji zanyarên giring ên sedsala XXem e ku di gelek biyavên wek felsefe, fenomenolojî, dîroka çandê, antropolojî û zanista
edebiyatedebiyatê de xebat kiriye û bi piranî ji ber xebatên xwe yên derbarê teoriya
romanromanê de navdar bûye. Teoriya wî ya romanê di çarçoveya çemkên pirdengî, kronotop, karnaval û heteroglossîa de teşe girtiye ku her yek ji van di vî warî de bûye cihê gelek lêkolînan û îlhama gelek xebatan. Ji van çemkan a ku ev meqale li ser hatiye avakirin, heteroglossîa ye. Heteroglossîa, amaje bi ziman, şêwezar, axaftin û gotarên civakî yên curbicur ên li civakê heyî û ketina wan di romanê de dike. Bi rêya vê çemkê hat nîşandan bê ka çawa şêwezarên curbicur ên civakî, ziman û şêwazên janrên edebî, jargona kom û pîşeyan di romana Remezan Alan, Saturnê de hatine nimandin
[1]
انقر لقرائة HETEROGLOSSÎA DI ROMANA SATURN A REMEZAN ALAN DE Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,226 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!