MERWAN BEREKAT
Li #Çiyayê Kurmênc#-#Efrîn#ê bi sedan şûnewarên kevnar gir, şikeft, kela, birc, kelîse û perestgehên ku bi dîroka xwe vedigerin hezarên salan hene. Piraniya giran li kenarên çemê Efrînê dikevin û piraniya wan mezin in. Ji bilî girê Cindirês û Endarê karên lêgerînê/vekolînê lê nehatine kirin. Heger hemû girên li Çiyayê Kurmênc ji aliyê şûnewarnasên ne girêdayî bi dewletên ku Kurdistan dagîr kirine ve bihatana vekolandin, rastiya dîrok û şaristaniya wan bihata gotin, belkî lêvegerek ji serûberê dîroka Rojhilata Navîn a kevnar re çêbûbûya. Mixabin dema ku ji aliyê desteyên şûnewarnasî yên Ereb, Tirk û farisan ve lêgerîn li şûnewarên di xaknîgariya Kurdistanê de têne kirin, bê dudilî û bi mebesta sextekirin û guherînê her tiştê ku têkiliya xwe bi şaristaniya Kurdan hebe, bincil dikin an bi şaristaniyeke din ve girê didin!.
Girê Endarê
Cihê girê Endarê û derdora wî: Girê Endarê li Çiyayê Kurmênc-Efrînê derdora (3km) li başûrê bajarê Efrînê dikeve. Her wiha (50 km) li aliyê bakur rojavayê bajarê Helebê û (15 km) li bakurê kela Semanê dikeve. Li aliyê gir ê rojhilat bakur gundê Endarê ku (1km) jê dûr e. Li aliyê başûr gundê Basûtê ye. Çemê Efrînê di aliyê rojavayê gir re ber bi başûr de diherike.
Girê Endarê yek ji girên mezin ên Çiyayê Kurmênc e. Bilindahiya wî derdora (30m)e. Rûberê gir (270 x 170m) e. Li hawîrdora gir sûreke ku hatiye hilweşandin hebû. Ew sûr, ango dîwar ji herdu aliyên bakur û bakur rojhilat ve derdora (300m) e. Li aliyê başûr teng dibe ta bi gir re dibe yek. Cihê gir (430m) ji riwê deryayê bilindtir e. Li başûrê gir, girekî axî biçûk heye. Rûberê wî bêhtirî (1000m2) ye. Li gor şûnewarnasan ew gundek ji yên serdema kevirî ya nû ye, ango gundekî ji yên çandiyê bû. Dîroka wî vedigere (8000) sal berî zayînê.
Li bakurê girê Endarê deşta gundê Endarê dirêj dibe ta digihîne deşta gundê Tirindê. Li aliyê rojhilat başûr û başûr deşta gundê Kurzêlê û deşta gundê Basûtê ne. Ji sedî 90 serûberê wan deştan darên fêkiyan ji henar, sêv, hirmî, xox, çiftelî, boyîk û gozê ne. Mîna bihuştekê girê Endarê hemêz dikin. Li aliyê rojhilat ê wê bihûştê zincîra çiyayê Lêlûn ber bi başûr rojava de dirêj dibe. Li aliyê rojava yê çemê Efrînê û li tenga girê Endarê pesarekî bilind ber bi başûr ve dirêj dibe, li navbera gundê Basûtê û Bircê ber bi rojhilat de tête şikandin û bidawî dibe. Jê re pesarê Kokebê tête gotin û hin jî, jê re dibêjin Qeracê Reş. Li başûrê gundê Basûtê, li nêzîkî gundê Bircê pesarê reş û çiyayê Lêlûn geliyê çemê Efrînê teng dikin. Lewra jî, li wir bendavekî biçûk hatiye avakirin. Bendavê/gola bircê jê re tête gotin.
Li rojhilat başûrê girê Endar û başûrê gundê Kurzêlê geliyê Lûlkê heye. Ta dawiya sedsala bîstê kaniyeke pirav jê ber bi rojava de diherikî. Di deşata gundê Kurzêlê re derbas dibû. Li jêrî gundê Endar bi kanî û gola Endarê re dibû yek. Ji wir ber bi rojava û başûr de diherikî û li nêzîkî girê Endarê li aliyê başûr rojava tevlî ava çemê Efrînê dibû. Hîn kaniya Lûlk û Endarê hene, lê kêmav in.
Perestgeha Girê Endarê
Li sala 1954`an, tîmeke lêgerînê ya şûnewarî ya Sûrî dest bi vekolîna girê Endarê dike. Li salên şêstiyan li ser pişta gir aliyê bakur perstgeheke mezin ku ji kevirên reş/ bazêltê hûr hatiye avakirin diyar bû. Aliyê perstgehê yê pêş hemû bi wêneyên şêrên bi bask hatiye fodilkirin. Li gor ku şûnewarnas dibêjin ew şêweyê avakirinê yê gêlên çiyayî ye. Ji ber ku miletên çiyayî dîwarên derve yên avahiyên xwe nemaze yên pîroz ji aliyê pêş ve bi wêneyên şêr û giyanewrên evsaneyî fodil dikirin.
Du dergehên perstgeaha girê Endarê hene. Pîvana kevirê êşîka dergehê perestgehê yê ber bi başûr ve (365sm x 270sm) e. Li wî kevirî wêneyê pêyên mirovan ên mezin hene. Li gor zanyarên ku vekolîn li girê Endarê kirine, diyar dikin ku ew wêne ji bo serdanî pêxast derbasî hindurê perestgehê bibin. Ji ber ku cihekî pîroz e.
Li gor şûnewarnasan perstgeheha girê Endarê bi şêweyê Hêlînî hatiye avakirin. Wekî tê zanîn ev şêweyê avakirina perestgehan vedigere serdema di navbera (700 – 1200) berî zayînê. Perestgeha girê Endarê, birastî entîkeyek ji yên hunerên avakirina avahiyan e. Bi şêweyekî endizayaî pir lihevahatî hatiye avakirin.
Dewleta Tirkiyê çi bi serê perestgeha Girê Endarê kir?
Perestgeha girê Endarê bi hezarê salan li hember bobelat, erdhejîn û êrişên talankerên gelek serdaman mîna sertiya çiyayê Lêlûn pêdar mabû. Dîrok, şaristanî û gelek belgenameyên nirxdar di hûndirê xwe de parastibûn. Piştî ku karê lêgerînê ji aliyê şûnewarnasan ve lê çêbû, diyar bû ku ji şaristaniya xorperestan ango MîtaHorî ye. Çavên dagirkerên Kurdistanê teng bûn. Bi gelek şêweyan hewil dan ku şaristaniya perestgeha girê Endarê biguhêrin û bi şaristaniyeke din ve girê din. Lê hemû hewildanên wan neçûn serî.
Li 20. 01. 2018`an, dewleta Tirkiyê û çeteyên wê bi hemû hovîtiya xwe êrişî herêma Çiyayê Kurmênc-Efrînê kirin. Ne tenê bajar, bajarok û gund topbaran û bombebaran kirin, lêbelê cihên şûnewarî jî armanc kirin. Tevî ku girê Endarê û hawîrdora wî ne cihên leşkerî bûn, li dawiya meha Çileyê sala 2018`an, balafirên leşkerî yên dewleta Tirkiyê girê Endarê bi hovît topbaran kirin. Ji encama wê topbaranê (60%) perestgeh xirab kirin.
Şêrê Girê Endarê yê navdar:
Ji encama vekolînan li girê Endarê, li ser pişata gir aliyê başûr hin peykerên şêran ên mezin hatin dîtin. Yek ji wan şêran li ser pêyan serkinandin û berê wî ber bi bajarê Efrînê ve kirin. Mirov hîs dibû ku birastî parastina bajarê Efrînê dike. Piraniya serdanî yên ku diçûn girê Endarê çi ji hermê û çi jî biyaniyanî bûna, li tenişt wî şêrî wêneyên xwe werdigirtin.
Piştî ku dewleta Tirkiyê li 18. 03. 2018`an, Çiyayê Kurmênc- Efrîn dagir kir, çeteyên xwe yên çekdar ên tundrew, talanker û dizek bi zanebûn serbedayî kirin, da ku talana hemû tiştên sererd û binerd bikin. Piştî ku salek di ser dagirkirina Çiyayê Kurmênc re derbas bû, şêrê girê Endarê yê navdar bi wê mezinbûna xwe hate dizîn. Bêguman destê dewleta Tirkiyê di diziya şêrê Endarê de heye.
Çeteyên çekdar girê Endarê û hawîrdora wî bi tireksan serûbinî hev kirin. Ji aliyekî ve bi mebesta lêgerîna entîkan, ji aliyekî din ve jî, bi mebesta rûxandin û tunekirina dîroka Kurdan û şaristaniya ku ji hezar salan ve li herêmê ava kirine. Bêguman ev tewanên ku ji aliyê çeteyên çekdar ve di der mafê girê Endarê û şûnewarên Çiayê Kurmênc de çê bûne û hîn didomînin, hemû bi serpereştiya hêza Tirkiyê ya dagirker e. Bêguman armanc ji wê serpereştiyê tunekirina nasnameya dîrokî û şaristanî ya herêma Çiyayê Kurmênc -Efrînê ye.
Ji aliyê çepê de Newaf Bişar, Rizoyê Osê, Dr. Mihemed Ebdo Elî, Merwan Berekat, Mihemed Qre. Sal 2007.
Dîroka Girê Endarê:
Li sala 1965`an, tîma lêgerînê ya şûnewarî ku li girê Endarê kar dikir, di hûndirê perestgehê de rastî pereyên sifirî, zîvî û zêrî yên bêhtirî serdemekê hat. Peykerên xwedawendên Xorî, Mîtanî, Hisî û Mîdiyan di hûndirê perestgehê de hebûn. Di heman salê de rastî peykerê gayekî hatin ku mirovekî bi hêz û kabên wî digihîştin nivê bilidahiya ga, wî ga dajot. Belkî ew jî nîşana evsana Gilgamişê be. Tîma lêgerînê di raporên xwe de teqez kiriye ku peykerên wisa di perestgehên Mîtaniyan de têne dîtin.
Meznitirîn xwedawendê ku di perestgeha girê Endarê de hatiye dîtin ê xwedawendekî Mîtan ye. Li serê wî kumekî qulik wekî yên ku Kurdan ta nîvê sedsala bîstê bikar tanîn e. Xwedawendê ku ew kum li serê wî bû, nîşana dida ku cihekî wî yê payebilind di nav xwedawendan de hebûye. Wî xwedawendî herdu destên xwe mîna hev ber bi jor de bilind kirine wekî ku niyaziyan ji royê re dike.
Serokê tîma lêgerînê “Morîs Donan”di gotareke xwe ya ku li sala 1965an, di kovara Elhewliyat Elsûriyê de bi zimanê Firinsî weşandiye de dibêje: “Xwedawendê ku di perestgeha girê Endarê de hatiye dîtin, xwedawendê royê ye. Diyar e ew xwedawendê çiyaya ye, ango xwedawend Tîşob e. Tîşob yek ji xwedawedên îtaniyan ê payebilind e”.
Feysel Elseyrefî di gotareke xwe ya ku ji firisî wergerandiye erebî û di cildê pêncan a kovara Elhewliyan Elsûriyê de weşandiye de dibêje: “Niştecihên girê Endarê pir bi baweriyên xwe ve girêdayî bûn. bawermendên royê bûn”.
Dîroknas û şonewarnas Firangfort dibeje:”Peykerên şêran ên li girê Endarê hatine dîtin, dîroka wan vedigere sedsala sêzdehan berî zayînê. Neqş, xwedawend û şêrên ku li girê Endarê hatine dîtin, di hunera Aşûrî de nînin. Bi temamî ji hunera Mîtanî ne”. Ji ber ku Mîtanî miletekî çiyayî bû, wan li ser herdu aliyên dergehên avahiyên xwe ajalên efsaneyî nîgar dikirin. Ango pê fodil dikirin. Mebest jê ew bû ku bi riya evsanbaziyê biparêzin.
Hewildanên sextekirin û guhêrîna dîrok û şaristaniya girê Endarê
Wekî ku Morîs donan serokê tîman lêgerînê ya girê Endarê û her wiha Motkart jî teqez kirine ku perestgeha girê Endarê ji şaristaniya miletên çiyayî ye. Ji avakirin û şaristaniya Mîtaniyan e. Her wiha Dr. Şewqî Şe`is dibêje:”Perestgeha girê Endarê bi şêweyê Hêlînî (MîtaHorî) hatiye avakirin. Ango berî serdema Aramiyan. Lê ew rastiyan li heza şonewarnas û dîroknasên Ereb nemaze yên Baasî nehatine. Ji lewra jî, hewil dane ku rastiyan biguhêrin. Dr. Ebû Esaf dîroka girê Endarê bi Aramiyan ve girê dide û dibêje: “Ji şûnewarên ku li girê Endarê hatine dîtin wekî kûz, mor û alavên xwarin û vexwerinê yên qermîtî hemû yên Aramiyan in”. Her wiha dibêje: “Tiştên Parsî, Girîkî, Seloqî romanî, Umewî û Ebasiyan lê hatine dîtin”. Bi carekê Xorî, Mitanî û Mîdiyan nîne ser zinanê xwe!.
Girê Endarê û ahengên Cejna Newrozê û ya Çarşema Serê Nîsanê
Li ba gelê Kurd bi şêweyekî giştî şûnewarên dîrokî, pîrozgeh û ocaq ji cihên pîroz in. Ta ji destê wan tê diparêzin. Hilweşandin, dizîna kevir û tiştên wan cihan gunehekî mezin dibînin. Li piraniya gundên Çiyayê Kurmênc-Efrînê şûnewarên ku dîroka wan vedigire hezar salan hatine parastin. Ji lewra jî, ahengên û şahiyên helkeftinên xwe yên mezin û pîroz li wan şûnewaran lidar dixin. Bawer im, ev diyarde bêhtir li ba Kurdên Çiyayê Kurmênc-Efrînê heye. Li destpêka salên heyştiyan yekem car ahenga cejna Newrozê bi şêweyekî girse li ber girê Kitixê yê kevar li dar xistin. Piştre kela Nebî Horî, girê Cindirês û girê Endarê bûn navendên lidarxistina ahengên Newrozê. Salane şêniyên gundên Robariyan, ên gundên navçeya Şêrewa û her wiha yên gundên Celemê, Îska, Şadêrê. Xezêwîyê, Bircê, Basûtê, Kurzêlê, Tirêndê û şêniyên hin gundên navçeya navedî ya bajarê Efrînê û beşekî mezin ji şêniyên bajarê Efrînê, ji danê sibehê ta danê êvarê ahenga Newrozê li tenşt girê Endarê lidar dixistin. Her wiha li roja Cejna Çarşema Serê Nîsanê /Çarşema Sor ya Kurdên Êzidî, salane Kurdên Êzidî û Mislman li tenişt girê Endarê aheng li dar dixistin û çejn li hev pîroz dikin.
Piştî ku dewleta Tirkiyê li 18. 03. 2018`an, herêma Çiyayê Kurmênc dagir kir û çeteyên xwe yên çekdar tê de bicih kirin, ahengên cejna Newrozê û yên cejna Çarşema Serê Nîsanê ku li gelek cihan dihatin lidarxistin bi tundî qedexe kirin.[1]