Danasîna Gundê Şkeftê:
Gundek ji gundên bedewiya deşta Sirûcê. Navê wê Şkeft e û bi deh kîlo metran dûrê bajarê
KobanîKobanî ya ser bi
Rojavayê KurdistanêRojavayê Kurdistanê dikeve. Di nava gund de şkeftek heye, wateya navê wê jî ji wê şkeftê hatiye wergirtin. Li gorî gotinan ev gund Misoyê Derwêş ava kiriye û dîroka vî gundî derdora 200 salî ye. Di gund de bi tevahî 60 mal hene, û hemû mirov û xizmên hev in. Miletên vî gundê giştî kêtik in û ji eşîra Qeremdaliyan e.
Gundê Şkeftê dikeve navbera çar gundan e. Ji aliyê rojava ve gundê Sûsanê, ji aliyê bakur ve gundê Siftekê, ji aliyê rojhilat gundç Çiqurê û ji aliyê başûr ve jî gundê Dolî ye. Ev gund debara xwe li ser çandiniyê dikin, weke; nîsk, gernim, kemûn, ceh û darên zeytûn û fistiqan.
Şûnwariya Şkeftê:
Ji xwe navlêkirina gund ji şfketekê hatiye wergirtin. Li gotinan dîroka vê şkeftê vezigere hezarên salan. Ji bilî vê şkeftê li dorhêlên gund û gundewarên kobaniyê gelek şkeft têne dîtin. Ev şkeft berê bêhtir kûr bûye, lê bi riya ax û baranan kûrtir bûye û aliyekî wê korkirî ye. Di hundirê şkeftê de sê ode, û cihê meclîsê tê xûya dike. Li gorî texmînan odeya mezin paniya wê dighêje 40-50 metrî û her duyên biçûk jî dighêje derdora 20-50 metrî.
Şkefta Hêştir:
Tişta dîtin ew e ku ji vê şkeftê re dibêjin ''Şkefta Hêştir'', çiku li gorî ku extiyarên gund dibêjin ku her çendî hêştir bilind bûye û odeyek jî ser bûye, karibûye di wê şkeftê re bimeşe, ji ber vê bilindahiyê navêlêkirina wê ji hêştir hatiyer wergirtin.
[1]