Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,945
Wêne
  124,004
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,806
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
LI CIZÎRÊ KEVNEŞOPIYA AŞÎRANÊ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Abdulkadir Bîngol
Abdulkadir Bîngol
Peyva ”aşûreyê” ji erebiyê tê û wateya wê deh e, ango hejmara dehê ye. Li gorî salmaneya koçî dehê meha muherremê di gelek baweriyan de bi awayên cur be cur tê pîroz kirin.
Li navenda #Cizîra Botan# jî kevneşopiyeke aşûrayê heye. Bes weke xeletê meşhûr ji “aşûrayê” re “aşîran” tê gotin. Li Cizîrê aşîran tê pîroz kirin. Bes bi qasî ko ez dizanim li herêma Botan tenê li navenda Cizîrê aşîran heye. Lê belê di aşîrana Cizîrê de heta van demên dawî jî xwarin, vexwarin tune bû; tenê gera malan û duaxwestina bo mexsed û muradê hebû.
Pîrozkirina aşûrayê ji serê meha muheremê dest pê dike. Serê pêşî zarok digerin. Zarok ji bo ko neyên nas kirin çarikê li xwe dikin yan jî mexmelê tavêjin ser serê xwe û mal bi mal digerin. Tên ber deriyê malê û bêdeng disekinin. Eger bizanibin ko haya xwediyê malê ji wan çênebûye yan ew nedîtine, ji boyî ko wan haydar bikin hêdîka lingê xwe li erdê didin. Eger dîsa jî haya xwediyê malê ji wan çênebibe vê carê hêdîka di ber xwe de holê dibêjin “aşîran in”, “aşîran hatine.”
Xwediyê malê şekir yan çeqolat yan jî tiştekê dide wan. Ji xwe beriya hingê amadeyî dihat kirin. Eger xwediyê malê nexwaze tiştekê bide wan yan jî tişteke ko bide wan di malê de tunebe, ji wan re holê dua dikin: “Xwedê miradê hewe bike!” Ew jî mecbûr dibin ko dest-vale vegerin.
Piştî ko bû nehê meha muheremê hingê aşîrana rastî dest pê dike. Roja berîya aşîranê, roja aşîranê û roja piştî aşîranê, ango roja neh û deh û yazdehê muheremê ev rojên aşîranê ên heqîqî ne. Bes şeva dehê mehê ko jê re “Şeva Mamê Kerr” tê gotin wek navenda aşûranê tê qebûl kirin. Ger wê şevê bêhtir tê kirin.
Hetanî hingê zarok tenê digerin, bes piştî nehê û pê de îca jin jî digerin. Welê tê bawer kirin ko yê wê şevê here mala yekî û yên wê malê jê re duayan bikin ew dua tên qebûl kirin.
Jinên ko murad û mexsedeke wan hene, ango kul û kedera wan zarokek e yan selametiya nexweşiyekê ye; qîzên ko dixwazin deriyeke zewacê li ber wan vebe çavên wan li hatina aşûranê ye. Di wan hersê rojên dawî de jin û qîz digihin hevudin û mal bi mal digerin. Bes taybetmendiyeke wê gerê heye. Divê teqez herin heft malên ko di nav ferdên wê de navekî Muhemed heyî.
Piştî ko jinên aşîranê hatin ber deriyê mâlê jineke malê dest diavêje tiştên ko bide wan û diçe pêşwaziya wan dike. Şekirê çayê, çeqolat, bindeq, fisteq… dide wan û ji wan re holê dua dike: “Xwedê murad û mexseda hewe bike.” Eger ew qîzeke ko murad û mexseda wê zewac be di bin çarika xwe de destê xwe dirêj dike û distîne. Lê dema distîne jî daku neyêt nas kirin destê xwe rût nake.
Eger ew jin mexseda wê zarokek be wê demê kar tê guherîn. Wan tiştên ko xwediyê malê jê re anîne nastîne û hêdîka jê re holê dibêje: “Ji min re hêkê bîne.” Lewra welê tê bawer kirin ji bo ko duaya wan a çêbûna zarokê qebûl bibe divê xwediyê malê hêkekê yan dudo-sisêyan bidiyê. Dema welê dibêje jina xwediya malê haya wê jê çêdibe ko daxwaza wê zarok e. Hema diçe jê re hêkê/hêkan tîne.
Her çiqas gera aşîranê xasî jin û qîzikan jî be, bes carînan lawik jî ji bo ko hin tiştên xwarinê bi dest bixin çarik yan jî mexmelê li xwe dikin û ew jî digerin. Ji ber ko pêçayîne nayên nas kirin, lê belê hin hene ji qelqa wan, ji hereketên wan wan nas dikin. Dema nas dikin jî li wan dikin hêle hêle û wan dihetikînin.
Mixabin di salên dawî de ev kevneşopiya me jî ketiye bin bandora tirkan de û kevneşopiya wan a aşûreyê tevlî ya me bûye. Ji ber wê çendê tama wê ya kurdewar nemaye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,536 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://gulanmedia.com/- 17-12-2022
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-11-2013 (12 Sal)
Bajêr: Cizîr
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 17-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-12-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,536 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.14 çirke!