$Kurtejiyana Helbestvan Hadî Behlewî (1948-18/08/2021):$
*Helbestvan Hadî Behlewî di 16ê Gulana 1948an de, li #Rojavayê Kurdistanê#, li #Qamişlo# û li gundê Girzînê ji dayik bûye..
*Li gund xwendina xwe ya seretayî xwendiye û di sala 1962an de, pola nehan navinçî, li Qamişlo stendiye û ya amadeyî jî, li Hisiça stendiye.
*Ji 1965’ê ve dest avêtiye pênûsê, da ku bi her du zimanên Kurdî û Erebî helbestê binivîse.
*Di sala 1967an de, li zankoya Helebê koleja zimanê Erebî xwendiye.
*Di sala 1969an de,li dibistanên seretayî mamosteyî kiriye.
*Ji sala 1980î-2004an, li dibistana Qadisiyê mamosteyê zimanê Erebî bû.
*Di sala 2010an de, ew tûşî êşa Şekir bû û roj bi roj ew êş lê giran bûbû ta giha bînahiya herdû çavên wî winda bûn. Rast e ew bi êşa korbûnê re di kêferat û nakokiyê de ye, lê tevlî weha jî tariya dîtinê nikaribû wî ji afirandin û wêjeyê û ji karê civakî dûr bixistana.
*Sê berhevokên Hadî Behlewî yên helbestan hene, yek bi navê Wê Sibe Bê-(2002) ye, yek jî bi navê Ji Dil-(2017) e, , ya din bi navê Ristek Janên Hûnayî-(2021)ye.
*Bi dehan ji helbestên Hadî Behlewî bûne sitran û hunermendên wekî: Se’îd Gabarî, Buha Şêxo, Adil Hiznî, Hisên Bavê Azad û Selah Resûl helbestên wî bi awaz kirin û sitrane.
*Helbestvan Hadî Behlewî di geşta nivîskariya xwe de, “Xelata Mele Ehmedê Palo” di salvegera wî ya duyemîn de wergirtiye.
*Hêjayî gotinê ye ku li vê dawiyê çend xelat pêşkêşî wî bûn, lê ewî lêborîn xwest û ji destên wan aliyan/kesan tiştek wernegirt.
*Di 18/08/2021ê de, demjimêr 9ê sibê, li bajarê Qamişlo koça dawîn kir.[1]
Dilawerê Zengî