Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,467
Wêne
  123,323
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,592
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
Kurdên Xorasanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook1
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Kurdên Xorasanê
Kurdên Xorasanê
$Kurdên Xorasanê$, navê kurdên ku li parêzgehên Xorasana Bakur û #Xorasana Rezewî# li bakurê rojhilatê Îranê, li ser snorê Îran û Tirkmenistanê jiyan dikin. Li her du parêzgehên Xorasanê nêzîkî 696 gundên kurdên Xorasanê li herêmê hene.
Bi giranî li parêzgeha Xorasanê, Xorasana Rezewî û #Gulistan#ê dijîn. Ew bi zaravaya kurmancî diaxivin û bi pirranî misilmanên şiî ne. Hejmara wan bi texmîneke nefermî digihêje 2 milyonan.
$Erdnîgarî$
Mezinahiya erdnigariya Xorasanê digihêje 64.144 km2. Çemê herî mezin yê herêmê Çemê Atrak e, ji berfa helandî ya çiyayên Hezar Mescîd pêk tê û diherike behra Kaspî.
$Çiyayên sereke yên herêma Xorasanê ev in$:
Çiyayên Hezar Mescîd (rojhilat)
Çiyayê Rînalûd (basûr-rojhilat)
Çiyayê Şahcîhan (basûr)
Çiyayê Aladax (rojava)
Çiyayê Gulîlê (bakûr)
$Dîroka bicihbûnê$
Tê zanîn ku êlên kurd di dema Xanedana Safewî de, di nava salên 1598 û 1602 de li Xorasanê hatine bicihkirin. Di sedsala 16mîn de Xanedaniya Safewî (Îranî) û Osmanî reqîbên hev bûn. Ji ber ku ev du emperatoriyên mezin bi hev re şerên dikirin, Kurd di nava Osmaniyên Sunnî û Safawiyên şîî mabûn. Di şerê Xaldiranê yê sala 1514an de, şahê safawî li hemberî osmaniyan lê dide. Weke encama vî şerî, sînoreke tampon di nava emperatoriyên osmanî û ya farisî tê avakirin û bi vî rengî kurd di nava her du emperatoriyan de tên perçekirin. Bi vî havî ji 45.000'an zêdetir malbatên kurd ên şîî koçî emperaoriya safawî dikin, lewra sedema koçkirinê jî bi giranî siyasî bû. Di dema Qacarê de ji Xorasana bakûr re digotin 'Kurdistan'.
Gava eşîrên kurd xwe li Xorasanê bi cih dikin şerên dijwar di navbera wan û gelên din de (tirkmen, ûzbek, tatar…) diqewimin. Ew ji welatê xwe 1500 - 2000 km dûr bin jî, axa beyanî bi ked û xebat ji xwe re kirin welat.
Armanca bicihkirina Kurdan li Xorasanê ev bû ku bila ew sînora emperatoriya farisî ji êrîşên ûzbekî biparêzin, çimkî di sedsala 15emîn de kurd bi şervaniyê bi nav û deng bûn. Herwiha, encameke din a koçkirinê jî bêguman zeîfkirina hêza kurd li rojhilata navîn bû. Bi vî havî, kurd ji ber dilpakiya wan a li hemberî şahê Safawî ji bo parastin û mijarên din ên emperatoriyê hatin bikaranîn.
Îro li Xorasanê nêzî 2 mîlyon kurd dijîn. Ji wan 60% li gundan, 35% li bajaran dijîn û 5% jî weke rêwend/koçber jiyana xwe derbas dikin. Pirraniya wan bi zaravayê kurmancî xeber didin.
Gerez bê gotin ku kurdên Xorasanê, piştî ku li Xorasanê hatin bicihkirin, nêzî 415 sal ji Kurdistana mezin îzole mabûn. Rastebîniyek e ku heta sedsala 20an ti rêxistinên civakî, çandî û siyasî nehatine damezirandin. Gelek serok, zanyar û nivîskar hatine binpêkirin an jî kuştin.
$Çand û huner$
Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gelek agahiyan nayê. Nivîs û agahiyên derheqê wan hebin jî, ew bi gelemperî bi zimanê farisî ango bi kurdiya erebî hatine nivîsandin. Lê di kilam û vîdeoyên Yelda Ebasî û Mohsen Mirzazadeh de, mirov dê nasbike ku kurdên Xorasanê çiqas xwedî li çand û hunera xwe derketine. Lewra meriv kare bibêje ku kurdên Xorasanê çiqas ji hêla erdnigariyê ve ji Kurdistanê dûr bibin jî, bi ziman, çand û hunera xwe pir nêzîkî Kurdistanê ne.
Bêguman, kurdên Xoresanê bi dengbêjên xwe bi nav û deng in. Muzîk û huner ji bo wan gelek girîng e, ji ber ku ew navnîşana nasnameya wan e.
Ji bo ku çand û hunera xwe biparêzinm kurdên Xorasanê her salê carek Cejna Çand û Hunera Kurdên Xorasanê pîroz dikin. Di van pîrozbahiyan de bi taybetî muzîk, cil û berg û helbestvanên Xorasanê tên pêşkêşkirin. Li gorî hin kurdologan, rênexistinbûyî û pêşneketina çand û hunera kurdên Xorasanê ji rewşa xirab a perwerdehî û aboriya herêmê tê. Heta demekê xwendevanên zaningehê kovarên bi navê Kurmanj û Dengê Kurmanc dimeşandin, û evya tenê weke xizmeteke mezin ji pêşxistina çand û hunera herêmê tê bi nav kirin.
$Ziman$
Kurdên Xorasanê, xeynî eşîrên Zend û Zengene yên ku bi zaravayên kurdî yên başûr diaxivin, seranser kurmancîaxiv in. Kurmanciya xorasanê her çiqas ji jêrzaravayên kurmancî yên ku li Kurdistanê têne axavtin cûda be jî, ji ber ku çend sedsalê îzole ye û di dervê pêvajoyên pêşveçûyîniyên rêzimanî û veguhirînên dengî yên kurmanciya Kurdistanê de maye, di nav xwe de gelekî homojen e. Pêwist e ku bê gotin, ferhengok û rêzimanê kurmanciya xorasanê kurdî ye, belê him ferhengoka wê him jî fonetîka we pir di bandora farsî û tirkomanî de maye. Heta bajariyên li Bocnûrdê û eşîrên Palûkanlû, Pehlevanlû, Topkanlû, Qereçorlû, Qerebaşlû hwd. dev ji kurdî berdane û tenê tirkomanî, li çend gundên Qûçanê jî tenê bi farsiya rajî (farsiya gundiyan), diaxivin.
$Cil û berg$
Jinên kurdên Xorasanê bi karên honandinê, çirpandinê û boyaxkirinê cil û bergên xwe bi destan çêdikin. Cil û bergên jinên Xorasanê bi gelemperî ji sê perçeyan pêk tê: Kofî, keras û şalwerê jinan.
Kofî ji qedîfê tê çêkirin, serê jinan digire û rengê xwe bi gelemperî sor, kesk ango xemriyî ye. Herwiha, kofiyên jinan bi gelek diravên simî tê xemilandin. Taybetiyeke kofiyê ev e ku, bi diravên xwe yên lêkirî dengeke rîtmîk derdixe, yê ku bi meşîna jinê derdikeve holê. Keras xwediyê berstikeke fireh e. Keras û kofî bi heman rengê tê lêkirin.
$Dawet û lîstik$
Di dawetên kurdên Xorasanê de govend tine ye, lê bazdan hene ên ku dişibin semaha Elewiyan. Taybetiyeka din a dawetan ev e ku jin û zilam bi hev re dileyzin. Evya di welateke şerîetê de gelek balkêş e. Tê gotin ku lstikên dawetan berê lîstikên ji bo şer bûn. Li gorî vê yekê jinên kurd ên Xorasanê dema ku zilamên wan diçûn şer, bi van lîstikan zilaman dişandin şer - an jî şervanên xwe bi van lîstikan pêşwazî dikirin.
Mıxabin him li bajar him jî li gundan ji kevneşopî, cil û bergên otantîk dûrketinek tê dîtin. Encameke vê rastebîniyê ev e ku cil û bergên gelêrî di jiyana rojane de êdî pir naye li xwe kirin Lîstin û gowendgirtina kurmancan li Xorasanê bi çend cûre lîstikan pêk tê ku hinek ji wan ev in: Yek qerse, Du qerse, Sê qerse, Şeş Qerse, Diyanzdeh Qerse, Enarekî, Hengê Xanan û hwd.
$Êl û eşîr$
Eşîr û qebîlên (tayife) kurdan ên li Xorasanê li heft êlan belav dibin. Ên xwedî hejmarên balkeş êlên Çemişgezeg (Zaferanlû) û Şadlû ne. Her wiha çend êlên din jî, ên hejmara wan bi tewayî encax qasê hejmara êlên Çemişgezeg û Şadlû ye, li herêmê dijîn.
Zaferanlû (navenda wan Qoçan e)
Şadlû (navenda wan Bocnûrd e)
Topkanlû
Kawanlû (navenda wan Redkan e)
Amerlû
Qereçorlû (navenda wan Samalqan e)
Lek (Zend, Zengene)
Li gor hin gotinan (wek ên siyasetmedar Qilijdaroxlû) kurdên Dersimê yên kurmancîaxêv bi eslê xwe tirokmanên Xorasanê ne. [8] Bêguman, meriv nikare gelemperî kirineke wiha bike. Bi derbasbûyîna demê zewacên di nava etnîkên herêmê çêbûne, lewra hin eşîrên din ên Xorasanê hene bi eslê xwe kurd in, lê bi zimanê farisî an jî tirkomanî diaxivin.
$Navdarên kurdên Xorasanê$
$Hinek ji serok û navdarên kurdên Xorasanê$:
Nadir Şah Efşar
Şoca'oddole
Ceco Xan
Serdar Êwez Xanê Celalî
Gul Mohemed
Elîxan beg
Xodo Serdar
Ferecolla Bîçeranlû
Ismaîl Huseynzade Bûwanlû
Xolamhuseyn Rehîmîyan
Elîriza Spahî Layîn
Yehya Elewî Ferd
Hesen Roşan
$Helbestvan$
Ceferqulî Zengêlî
Yehya Elewî Ferd
Hesen Roşan
Elîriza Sipahî Layîn
Ismayîl Husênpûr
Kerîm Ekberzade
Sadiq Ferhadî
Elî Hêyderî
Artîn Ferxonde
Huseyin Teqdîsî
Mehbûbe Siadetmend
Cevad Remezanîyan
$Nivîskar$
Kelîmullah Tewehodî
Haşim Sadiqî Bacgîran
Babasefer Moradî
Haşim Ferhadî
Neqdelî Elewî Ferd
Mihemed Teqevî
Hesen Elî Tereqî
Gulî Şadkam
Elî Rehmetî
Berat Qevîendam
Elî Recebzade
Ebas Êsmaîlî
Nahîd Molayî
Mihemedriza Şahmoradî
Huseyin Teqdîsî
Elîriza Qarişî
Mihemeriza Mensûrî
$Wergêr$
Ebas Ferhadî Topkanlû
Mêhdî Ceferzade
Nahîd Ekberzade
Beharê Zêyxemî
Mihemed Teqevî
$Hunermend$
Hunermendên navdar ên Xorasanê
Remezan Selmanî Berderî
Yalda Abbasî
Mohsen Mizazade
Selman Teqdîsî
Elîriza Islamî
Şeban Islamî
Receb Islamî
Esqer Fellah
Elîriza Baxçixî
Elîxan Yezdanî/Abçûrî
Sohrab Mihemedî
Riza Vehdanî
Mecîd Xanî
Mehdî Omîdî
Emîn Ensarî
Morad Hesenzade
Mohemed Elî Qasimî
Muzefer Hemîdî
Nêmet Zenbîlbaf
Roya Ismayîlî
Elî Kerîmî
Ebolqasim Yezdanî/şanoker. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,138 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | ku.wikipedia.org
Faylên peywendîdar: 4
Gotarên Girêdayî: 21
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Bîografî
Welat- Herêm: Turkmenistan
Welat- Herêm: Êran
Welat- Herêm: Rojhelatê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 18-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 03-07-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,138 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!