Yehya Elewîferd (1973, Bocnûrd Xorasana Bakur) yek ji helbestvan , rojnameger û nivîskarên kurdên kurmanc ê li Îranê ye. Di sala 1973'ê de, li gundê Baxçiq a ku li ser Bocnûrd li parêzgeha #Xorasana Rezewî# li Îranê ji dayîk bûye. Ew heta klasa pêncemîn li dibistana gund dixwîne, dû re xwendina xwe li dibistana bajarê Bocnûrd ê didomîne, ku bajarê Îraniyan bû. Di sala 2009'an de fakûlteya wêje û zimanê farsî ya Înstîtûta Qomê ya pêdagogiyê temam dike. Ev 20 sal in helbestên zarokan bi zimanê farisî û kurmancî dinivîsîne. Wî bêhtirî 10 xelatên helbestan li Îranê hilgirtiye. wî li ser modirnkirina sêxiştiyên kurdên xorasanê hinek nivîsar nivîsîne û gelek Sêxiştiyên Modern jî çê kirine. îro sêxiştiyên modern bi navî wî tên naskirinê. Ew niha li bajarê Qomê jiyan dike. Heta nika bêhtirî deh pirtûkên wî li Îranê , Îngilistanê , Iraqê û Tacîkistanê hatine çapkirin.
$Berhem$
$Hinek pirtûkên wî$
Demsal Balkêş in 2005
Bihara bêdawî 2008
Eva nûtî ye 2008
Were bibîne 2010
Doregerdan 2010
Muhemmed dîsa tê 2010
Şerê Çûçikan 2010
Xwedê ke Her roj Ceng Bê 2010
Rojek Dûmeqeskekê 2011
Mîna Bûkan 2011
Şelpe û Sêv Kurdîya Kurmancî - 2012
Eva nûtî ye Kurdîya Kurmancî - 2012
$Xelatên wergirtî$
Cejnvareya kovarên zarokan û nûciwanan, xelata yekê, 2001
Cejnvareya xwendekaran, xelata duyê ya beşa helbestê, 2002
Cejnvareya nivîskarên baştir li IRIB, xelata yekê, 2004
Cejnvareya hunerên asimanî,li Howzehên Iran, xelata yekê ya beşa helbestê, 2009
Pirtûka demsala Iranê, xelata yekê, 2009
Cejnvareya neteweyîa Bahar li zanîngehên Iranê, xelata yekê ya beşa helbestê,2009
Cejnvareya neteweyîa Seqeliyn li zanîngehên Iranê, xelata duyê, 2009
Pitûka sala parîzgeha Qom, xelata yekê, 2009
Cejnvareya neteweyîa Quran li zanîngehên Iranê, xelata sisê ya beşa helbestê,2010
Cejnvareya malperan libarey aşûra, xelata yekê, 2010
Cejnvareya neteweyîa pirtûka zarokan, xelata yekê, 2011
Cejnvareya helbesta işraq, xelata yekê, 2012
[1]