$Nivîskar, çîroknivîs û şanonivîsê kurd Imran Yûsiv$
Imran Yûsiv, navê bavê wî Mele Nezîr e. Di sala 1972an de, li bajarê Hesekê jidayik dibe. Xwendina seretayî, amadeyî ta bi peymangehê li bajarê xwe biserî dike. Di sala 1992an de, ji Peymangeha Amadekirina Mamosteyan (Beşê hunera şêwekariyê) derdiçe. Ji sala 1993an ta sala 2020an karê mamostetiyê dike, di ber re mijûlê karê nivîsandin û hunerê dibe.
Ji biçûkaniya xwe ve hez huner û wêjeyê dike. Di temenê 14 saliya xwe de fêrî zimanê kurdî wek xwendin û nivîsandin dibe, ji wê demê de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike, hin helbest, çîrok û şanoyan dinivîse.
Hunera şanogeriyê bala wî dikişîne û weke lîstikvan, derhêner û nivîser tê de dixebite.
Di sala 2000an de, li Şamê tevlî xuleke amadekirina derhêner dibe, piştî wê vedigere bajarê xwe û bi komên kurdî re karê şanogeriyê dike. Mîna koma Azadî û Koma Tolhildan.
Gelek şano ji nivîs û derhêneriya wî li cejna Newrozê hatine pêşkêşkirin.
Di ber karê şanogeriyê re kurteçîrok, helbest, gotar û sirûdên zarokan jî dinivisîne.
Di sala 2014an de, beşdarî yekemîn Mihrecana Çîroka Kurdî ya (Fûad Temo) ya ku ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya hate birêxistinkirin dibe û li ser çîroka xwe ya bi navê (Koçberî) xelata baştirîn çîrok werdigire.
Di sala 2017an de, beşdarî Pêşbirka Deqên Şanoyê yên kurdî (pêşbirka Ebdilrehîm Rehmî) ya ku ji hêla Şanoya Bajêr ya şaredariya bajarê Amedê hate birêxistinkirin dibe û xelata baştirîn deqê şano li ser şanoya xwe ya bi navê Venasîn werdigire.
Di sala 2005an de, li zankoya Şamê (xwendina vekirî) beşê ragihandinê dixwîne, lê piştî 2 salan û ji ber rewşeke tenduristî xwendina xwe radiwestîne.
Ji sala 2017an ve sernivîsertiya Kovara Welat dike, ku ew jî kovareke mehane ye, bi zimanê kurdî ye û ji sala 2013an li deverên Rojavayê Kurdistanê tê derxistin û belavkirin.
Ta niha du pirtûkên wî hatine çapkirin:
-Venasîn, deqekî şano ye, ji hêla weşanxaneya Serseran hate çapkirin.
-Gurê Belengaz û Roviyê Xêrnexwaz, deqekî şano ji bo biçûkan e, di sala 2016an de, hate çapkirin.
Du pirtûkên din li ber çapê ne, yek jê şano ye, ya din kurteçîrok e. Her weha karê wergerê jî dike.
[1]