Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,663
Wêne
  123,884
Pirtûk PDF
  22,079
Faylên peywendîdar
  125,547
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Serdar Rojhilat - Sîna Şerîfpûr
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Serdar Rojhilat
Serdar Rojhilat
ِ$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Serdar Rojhilat
Nav paşnav: Sîna Şerîfpûr
Cihê jidayikbûnê: #Dîwandere#
Dayik-Bav: Azîze-Mihemed Elî
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2022 / Metîna

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Serdar li bajarê Dîwandere yê #Rojhilatê Kurdistanê# di malbateke welatparêz de ku taybetmendiyên xwe yên netewî parastiye de hat dinê. Hevrêyê me Serdar jî ji ber vê taybetmendiya xwe ya malbatê bi kevneşopî û çanda Kurdewarî mezin bû. Lê belê ji ber zimanê zikmakî ya ku li malê pê diaxive û li dibistanê bi zimanek cuda perwerde dibîne û her wiha zextên li hemberî gelê me tên pêşxistin bû sedem ku hevrêyê me Serdar di temenê xwe yê biçûk de nakokiyan bijî. Ji ber ku gelê me li her derê weke çîna duyemîn tê dîtin, ev nakokî zêde bûne û hewl daye ku sedemên vê yekê fêm bike. Di vê pêvajoyê de dest pê kir ku rastiya dijmin, rastiya gelê Kurdistanê baştir fêm bike û analîz bike. Hevrêyê me Serdar anî ziman ku ev rewş ti carî nayê qebûlkirin û pê hesiya ku têkoşîn pêwîst e. Her çiqas pêşî di nava hin rêxistinên ku li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin cih girtibe jî, lê fêm kir ku rewşa van rêxistinan gelekî herêmî maye, nikare bala hemû gelê Kurd bikişîne û ji rastiya şoreşa Kurdistanê dûr e. Li ser vê yekê xwest ku partiya me PKK’ê nas bike û di dawiya van lêgerînan de biryar da ku beşdarî Partiya me bibe.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, herî zêde ji lihevhatina teorî û pratîka Partiya me bandor bû. Weke gerîlayekî azadiyê di wê baweriyê de bû ku divê li dijî êrîşên li dijî gelê me û Tevgera me bi awayekî aktîf têbikoşe. Ji bo vê jî xwe di warê leşkerî de perwerde kir û bi pêş xist û bû gerîlayekî jêhatî yê serdema nû. Di bikaranîna çekên otomatîk ên navîn de pispor bû, ku bi taybetî di şerê gerîla de pir bi bandor têne bikar anîn. Parvekirina tiştên ku bi hevrêyên xwe re hîn bûye, hem weke erkekî hevrêtiyê û hem jî weke erkekî şoreşgerî didît û ji bo vê jî ked da. Hevrêyê me Serdar ku dilsozê diyalektîka teorî-pratîkê bû ku rê li ber naskirina Partiya me vekir, di eniya şer de tişta hîn bû yekser xwest bixe meriyetê û di vê mijarê de gelekî bi israr bû. Ji ber vê israra xwe bi hevrêyên xwe re nîqaş daye meşandin, lê dîsa jî diyar kir ku divê weke gerîlayekî azadiyê di eniya şer de cihê xwe bigire. Li ser vî esasî berê xwe da herêma Metîna ku êrîşên dijmin lê dijwar bûn û şerê germ lê diqewime.
Piştî ku derbasî herêma Metîna bû, bi heyecan û moraleke mezin li benda wê kêliya ku li dijî dijmin bikeve nava şer rawestiya. Vê heyecan, coş û moralê bandor li hevrêyên wî jî kir. Hevrêyê me Serdar ku ji gelek hevrêyên xwe ciwantir û nûtir e, bi lêhurbûna xwe ya xurt, bi helwesta xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ya fedakar bûye milîtanekî pêşeng. Dixwest vê rola pêşengiyê li qada şer jî nîşan bide. Hevrêyê me Serdar ku di nav tîmên pêşî de bû ku li dijî êrîşa dijmin a li ser qada Girê Ortê ya Mîttayê de hevrêyên xwe diparastin, bi wêrekî û biryardariyeke mezin bi ser dijmin de çû û di cezakirina gelek leşkerên dijmin de bûye xwedî rol. Çawa ku bi jêhatiya xwe ya di şer de derbe li dijmin xist, bi tevlêbûna xwe ya fedaî jî karî bibe yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Serdar ku li hemberî dijmin kêliyekê jî dudilî nebû, piştî ku heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir gihişt şehadetê.[1]
Ev babet 840 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://anfkurdi.com/- 19-12-2022
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 10-12-2022
Cihê jidayikbûnê: Dîwandere
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Karên terorîstî
Welat - Herêm (Şehîd): Bakûrê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Rojhelatê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurdi- Kurmanci
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 19-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-12-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 840 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.281 çirke!