$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Milîtan Cûdî
Nav û paşnav: Hamûdê Omer
Cihê jidayikbûnê: #Efrîn#
Navê dê û bav: Firyal - Xelîl
Dîrok û cihê şehadetê: 4’ê Hezîrana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me yê têkoşer li bajarê Efrînê ku yek ji navendên berxwedana welatparêziya #Rojavayê Kurdistanê# ye ji dayik bû. Di malbateke ku têkoşîna azadiyê ya Apoyî ji nêz ve nas kir de mezin bû, bi tevgera Apoyî re xwedî li nasnameya xwe bû û li ser vê bingehê têkoşîn kir. Bi nirxên #gelê Kurd# ên demokratîk û welatparêzî mezin bû û bi keda xwe debara xwe kir, tevlî têkoşîna azadiyê bû. Di nava tevgera ciwanên welatparêz de erk girtibû ser milê xwe û bi hezkirina azadiyê û bi hezkirina gel xebat kir. Piştî ku #dewleta Tirk# a dagirker êrîşî Efrînê kir û dagir kir, hevrêyê me Milîtan tevî malbata xwe neçar ma koçî Şehbayê bike. Hevrêyê me Milîtan ku careke din rûyê dewleta Tirk a qirker û dijminê Kurdan nas kir û êş û azarên gelê xwe dît, anî ziman ku heta gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtînger şer neke, wê her tim di nava xeteriyê de be. Bi vê hişmendiyê tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û tola êş û azarên ku li tevahiya gelê Kurd û bi taybet gelê Efrînê hatiye kişandin hilîne. Hevrêyê me Milîtan ku bi hestên neteweya demokratîk tevlî nava refên gerîla bû, soza têkoşînê ya bê navber ji bo çar parçeyên Kurdistanê da û li ser vê bingehê dest bi meşa şoreşê kir.
Hevrêyê me yê ku bi eşqeke mezin bi çiyayan re bû yek, li Garê gavekê ber bi gerîlatiyê ve avêt. Pratîka xwe ya yekem li Garê kir, ezmûn girt û piştre berê xwe da herêma Zapê. Hevrêyê me Milîtan ê ku li Zapê fêrî pratîkê bûyî, di destpêkê de bû gerîlayekî jîr, kedkar û leheng ê çiyayên Zagrosê. Hevrêyê me Milîtan ku her tim ji bo tevlîbûneke bêkêmasî ya di xeta Rêbertî û şehîdan de têdikoşe, ji bo vê kedeke mezin daye. Xwe ji nîşandana her cure fedekariyê dûr nexist û bi ruhê fedaî yê Apoyî beşdarî pêvajoya şer bû. Hevrêyê me Milîtan ku di amadekirina tunelên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn de kedek mezin daye û derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistiye, bi van gotinan tevlîbûna xwe anî ziman: ‘Li girê ku ez lê me, rojeva herî sereke xebatên çeperan e. Li vir ez hewl didim vê yekê bi wate bikim. Bi saya vê xebatê em ê rê li ber dijmin bigirin ku gavekê bi pêş ve neçe. Ez dixwazim vê xebatê wiha bi wate bikim.’
Hevrêyê me ku weke navê xwe milîtanekî bêşik û bê eman e, bi sekn û tevlîbûna xwe re hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kiriye. Li dijî êrîşên topyekûn ên dagirkeriyê ku artêşa TC a dagirker salên 2021 û 2022'an li dijî Zapê pêş xist, di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi ruhekî fedaî tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dijminê dagirker xist û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Weke milîtanekî leheng bi rola xwe ya dîrokî rabû. Hevrê Milîtan kurê leheng ê gelê Efrînê heta nefesa xwe ya dawî bû şopdarekî têkoşer ê doza azadiyê û mîrateyeke têkoşînê ya ku wê her tim ji hemû hevrêyên xwe û ciwanên Kurd re mînak bê girtin hişt.[1]