$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Têkoşer Botan
Nav û paşnav: Mehmet Taş
Cihê jidayikbûnê: #Colemêrg#
Navê dê û bav: Bîbî - Ramazan
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Têkoşer li navçeya welatparêz a Çelê ya Colemêrgê ji dayik bû. Di nava malbateke ji eşîra Pinyaniş de ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cih girtiye û di nava derdoreke welatparêz de mezin bûye. Hevrêyê me Têkoşer ku li cihên li quntara #çiyayên Zagrosê# mezin bû, bi çîrokên lehengiya destanî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê mezin bû. Hevrêyê me Têkoşer terora #dewleta Tirk# a mêtinger, çewsandin, zordarî û komkujiyên ku li herêma Colemêrgê pêk tanî, dît. Hevrêyê me Têkoşer di nava hestên welatparêziyê de 11 salan xwend, tevî ku bi ser ket jî dît ku dibistanên dewleta Tirk hebûna gelê me înkar dike û berda. Ji bo tevkariyê li têkoşîna azadiya gelê xwe bike, beşdarî xebatên ciwanên şoreşger bû. Bi meşandina xebatên ciwanên şoreşger di bilindkirina hişmendî û rêxistinbûyina ciwanên Kurdistanê de rol leyîst û di heman demê de bi lêkolînkirin û fêrbûnê pêşketinek mezin bi dest xist. Hevrêyê me Têkoşer ku sala 2014 'an berê xwe da çiyayên azadiyê yên Kurdistanê, li Zagrosê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Têkoşer ku yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li herêma Xakurkê dît û li vir dest bi pratîka xwe kir, 4 sal in bênavber pratik kir. Li herêma Xakurkê li gelek herêman beşdarî xebatan bû û her xebatên xwe bi serkeftinek mezin qedand. Hevrêyê me Têkoşer ku di hunera leşkerî de eleqeyek mezin û meraqa wî heye, ji bo ezmûna gerîlatiyê bi dest bixe, di sala 2016’an de li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît. Hevrêyê me Têkoşer ku xwedî kesayeteke bi dîsîplîn, zîrektiya agahiyê û ruhekî îdîaker bû, piştî wextekê çû Bakûrê Kurdistanê û li wir tevlî pratîkê bû. Di êrîşa dijmin de birîndar bû, lê zû rehet bû û vegeriya ser peywira xwe. Ji bo bi awayekî jêhatî pratîk bike û pêşengiyê ji gerîlatiya serdema nû re bike, li akademiya leşkerî perwerde dît û giranî da ser Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Ji ber ku hate zanîn ku di nava tevgera Apoyî de pratîkeke xurt û saxlem tenê bi helwesteke îdeolojîk a qayîm pêkan e, pîvana milîtanî û sekna wê ji bo xurtbûna domdar esas girtiye. Piştre hevrêyê me Têkoşer derbasî akademiya pisporiya leşkerî bû, li wir giranî da taktîkên sabotajê û bi pisporiya perwerdeya ku dîtî bû profesyonel. Bi her awayî xwe ji bo bicihanîna erk û rola xwe ya dîrokî amade kir û di sala 2021’an de derbasî Zapê bû. Hevrê Têkoşer ku ji kûr ve girêdayî îdeolojiya Apoyî û doza azadiya gelê xwe ye, ti carî tevlîbûna asayî ya pêvajoyê ji bo xwe esas negirtiye û di asta fermandariya yekîneyê de berpirsyarî girt ser xwe.
Hevrê Têkoşer ji ber berpirsyariya dîrokî ya ku girtiye ser milê xwe bi awayekî aktîf beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû. Li dijî dijminê dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn û derbe li dû hev li dijmin xistin. Bi azmûn û zîrekiya xwe ya taktîkî gelek çalakî plan kirine û bi serkeftî pêk aniye. Bi taybetî di çalakiyên ku li herêma Berxwedanê ya Sîda ya Zapê hatin pêşxistin de roleke pêşeng lîst. Hevrêyê me Têkoşer weke yek ji fermandarên me ku bi kesayetiya xwe ya jidil, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, fedakarî, wêrekiya di şer de, zîrektiya taktîkî, hêrsa li dijî dijmin, hevrêtiya xurt û fermandariya pêşeng mohra xwe li pêvajoyê xist. Pratîka hevrêya me Têkoşer ku şerên tunelê û şêwaza şerê tîmê pispor a li qada bejahiyê bi serkeftî bi cih anî, kesayeta wî ya çalakger û fermandariya wî ya pêşeng wê ji bo me hevrêyan her tim bibe mînak. Bîranîna hevrêyê me Têkoşer wê her tim zindî bimîne û armancên pîroz ên ji bo wê ewçend fedakarî têkoşiya, wê teqez bi ser bikevin.[1]