$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cemal #Amûdê#
Nav û paşnav: Mihemed Hemê
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Navê dê û bav: Bozikê - Qedrî
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Herêmên Parastinê yên
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevreyê me Cemal li bajarê Amûdê ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, ji dayîk bû. Hevreyê me li Til Temîrê di nava malbat û derdorek welatparêz de dayîk dibe û di temenekî biçûk de bi nasnamaya xwe ya civakî serwext bû. Hevreyê me Cemal ku zarokatiya xwe di nêvenga Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbas kir, bi şoreşa azadiyê re mezin bû. Hevreyê me ku di nêvenga têkoşîneke giran û di bin êrîşên dewleta Tirk a qirker û çeteyan de mezin bû, bê ku xeyalên xwe yên zarokatiyê bijî, bi êşên ku şahidiya van kir zû gihaşt. Hevreyê me Cemal ku mîna her Kurdekî bi rûmet xwest beşdarî doza azadiya gelê xwe bibe, di vê têkoşînê de rêya herî zehmet û bi rûmet ango milîtaniya fedaî hilbijart.
Hevreyê me Cemal ê ku di sala 2018’an de bi xwestek û vîneke mezin dest bi jiyana li çiyayan kir, bê sekn û bêhndanê beşdarî gelek xebatan bû. Bi kesayeta xwe ya kedkar û fedaî hemû erkên xwe bi heman hezkirinê bi cih anî û her tim pîvana serketinê bingeh girt. Hevreyê me Cemal ku zû fêr dibe, dixe pratîkê û ji xwe re dike tecrûbe, bi awayek zû pêş ket. Hevreyê me Cemal ku li qada Zapê bi sekn, fedakarî, rûkeniya xwe û bi beşdarbûna xwe ya bi moral dihat naskirin, li ser her hevreyên xwe ku pê re maye, şopên xwe hişt. Bi baweriya mezin a taktîkên gerîla û tarzê serdemê beşdarî erkên serdemê bû. Ji bo ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi xurtî bi kar bîne kedek mezin daye û ji bo ku di îdeolojiya Apoyî de kûr bibe û pêş bikeve her tim xwe perwerde kiriye û şareza bûye. Hevreyê me Cemal ku giringiyek mezin dide pêşketin û pisporbûna hunera leşkerî, ji bo bibe gerîlayekî profesyonel di hemû taktîkan de pispor bû. Di taktîkên sabotajê de serwext bû û bi fedekariyeke mezin binesaziya sabotajên ku encamên bi bandor biafirîne, amade kir. Hevreyê me Cemal ku bi ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî beşdarî erkên serdemê bû, di heman demê de pêşengiyê jî ji xwe re kir erk û di şerê tîmên pispor de bû fermandarek pêşeng. Şerê tîma pispor bi awayek ser ketî bi cih anî û di yekîneyên gerok de rolekî girîng lîst. Hevreyê me Cemal ku yek jî kedkarên mezin û fermandarê pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ye, di amadekariyên tunelên şer de û li her kedeke mezin daye. Hevreyê me Cemal ê heta nefesa xwe ya dawî bû mîlîtanê fedaî ya Apoyî û fermandarê pêşeng, wê her tim ji bo hevreyên xwe û #gelê Kurd# weke yek ji lehengên gelê xwe ku navê xwe li dîroka azadiyê nivîsandiye, bibe mînak.”[1]