$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rêber Varto
Nav û paşnav: Mûstafa Çelîk
Cihê jidayikbûnê: #Meletî#
Navê dê û bav: Rahîme - Necat
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Îlona 2022’an / Herêmên Parastinê yên
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevreyê me Rêber li Meletî di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Hevreyê me Rêber ku piştî demekê çû derveyî welat, hem xwend û hem jî xebitî. Her çiqas ji welatê xwe Kurdistan dûr be jî, ti car xwe ji rastî û nasnameya xwe ya civakî dûr nexistiye û dilê wî her tim bi hezkirina welat lê da. Hevreyê me Rêber ku têkoşîna hebûn û azadiya gelê xwe ji nêz ve dişopîne, di vê doza axadiyê de ketiye ferqa berpirsiyariyên xwe. Bi vê hişmendiyê re destpêkê beşdarî xebatên ciwanên welatparêz ên şoreşger bû. Îdeolojî û paradîgmaya Apoyî ji nêz ve nas kir û ji bo mezinkirina têkoşîna xwe ber xwe da #çiyayên Kurdistanê#.
Hevreyê me Rêber di rojekî pir watedar de, 14’ê Tîrmeha 2018’an ku ji aliyê gelê me ve weke Roja Rûmetê ya Neteweyî tê pîrozkirin, beşdarî refên gerîla bû. Di rojekî welê de beşdarbûna gerîla nîşan da ku hevreyê me Rêber bibe şopdarê Kemal, Xeyrî, Akîf û Eliyan. Bi hezkirinekî mezin welat, çiyayên Kurdistanê û jiyana PKK’ê ditiye û ev yek di dilê wî de bûye kelecan û kêfxweşiyekî bêterîf. Bi awayekî xurt beşdarî jiyana gerîla bû bi hemû tiştê xwe re yekbûnê ji xwe re esas girtiye. Li aliyekî ji bo ku di îdeolojiya Apoyî de kûr bibe, xwe pêş xistiye û li aliyê din jî yek bi yek tecrûbeyên jiyana gerîla girtiye. Hevreyê me Rêber ku li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kir, bi awayek zû di çiyayên Zagrosê de bû gerîlayekî jêhatî.
Li herêma Zapê ji xebatên binesaziyê heta ketina mewziyan, ji amadekariyên şerê tunelan heta amadekariyê çalakiyê di her curê xebatê de bû xwediyê pratîkeke serketî. Hevreyê me Rêber ku bi kesayeta xwe ya kedkar, bi beşdarbûna xwe ya dilnizm û bi rûkeniya xwe reng da her qadê ku lê bû, bû hevreyekî ku ji aliyê hemû hevreyên xwe ve hat hezkirin. Têkoşîna li hemberî dijminê dagirker ku gelê Kurd ji axa wan veqetand, Kurdistanê di statuya mêtîngeh de hişt, mîna ayineke dest girt û bi awayekî xurt beşdar bû. Di çalakiyên ku derbên herî bi bandor li dijminê dagirker xistin de cih girt û di van serketinan de bû xwedî rol. Hevrê Rêber ku bû xwediyê beşdarbûna bi biryar, bi îstîkrar û bi israr, mîna navê xwe her tim di jiyan û şer de rola pêşeng lîst. Li ser vê bingehê 4 sal li qada Zapê bênavber têkoşiya. Di awayek xurt beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû ku di sala 2021 û 2022’an de li hemberî dijmina dagirker pêş ket û bû yek jî mîlîtanên fedaî ya Apoyî ku rola xwe bi serketî bi cih anî. Hevreyê me Rêber ku dilê wî bi evîna mezin a azadî û welat lê dide, bi lehengî şer kir û tevlî karwanên şehîdan bû. Hevreyê me Rêber bi meşa xwe ya welatê me Kurdistan, bû heqîqeta lehengbûnê, ji hemû ciwanên Kurd ên li derveyî welat re bû mînak û cihê xwe di nava lehengên nemir a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de girt.”[1]